Li Diyanayê careke din mirina bi guman

Li navçeya Diyana ya girêdayî herêma Soran jineke ciwan bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da.

Li Diyanayê careke din mirina bi guman
Navenda Nûçeyan-  Li herêma Kurdistanê her roja ku diçe kuştin û mirina bi guman a jinên ciwan zêde dibe. Tenê di nava vê mehê de 3 jinên ciwan mirî hatin dîtin. Jina ciwan a bi navê Hawjîn Mehemed a 17 salî li navçeya Diyana ya girêdayî Soranê mirî hat dîtin û heta niha sedema mirina wê nehatiye zanîn.