Li dijî qetilkirina zarokan Kongra Star daxuyanî da

Kongra Star a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtin û qetilkirina zarokan şermezar kir.

Hesekê - Dagirkeriya tirk êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û bi hinceta parastina ewlehiya xwe, sûcên herî hovane li dijî zarok û gelê heremê pêk tîne. Di 18’ê Tebaxê de dibistana keçan a di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye ku dikeve ser rêya di navbera Til Temir û Hesekê de a gundê Şemoka topbaran kir û di encam de 4 zarokên keç jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Têkildarî vê mijarê  Kongra Star a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê sûcên hovane yên dewleta tirk şermezar kir. Daxuyanî li taxa Nasra ya bajarê Hesekê li ber navenda Kongra Star ji aliyê endama Rêvberiya Kongra Star Şerîfa Ehmed ve hat xwendin.

Şerîfa Ehmed derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker de wiha got:” Dagirkeriya Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, her wiha li dijî gelê me hovantirîn sûcan pêk tîne,  keç û jinên herêmê hedef digire. Tirkiye dixwaze bi van êrişan vîna me bişkîne. Wekî rêxistina jin ji bo azadiya her jinekê û ji bo têkbirina dagirkeriyê em ê li ser piya bin. Em bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên li ser herêmên me şermezar dikin. Ka mirovahî û mafên mirovan, bi çavên xwe dibînin çawa dewleta Tirk a dagirker êrişên hovane li dijî herêmên me pêk tîne. Rojane bi dehan zarok û jin li ser destên Erdogan têne qetilkirin. Îdî bes e em bang li tevahî jinan dikin ku li hemberî kiryarên dewleta tirk bêdeng nemînin û piştgirî bidin jinên Rojava .”

“Armanca dewleta tirk zindîkirina desthilatdariya Osmanî ye”

Endama Kongra Star a  kantona Hesekê Leyla Izdîn Ehmed da zanîn ku armanca dewlet tirk ji van êrîşan zindîkirina desthilatdariya Osmanî ye û wiha axaftina xwe domand: ”Em ji tevahî cihanê re dibêjin çima hun bêdeng in, dewleta tirk li dijî zarokên me qetilaman pêk tîne dixwaze me tune bike û desthilatdariya Osmanî zindî bike. Em xwediyê vê xakê ne û ji mafê me ye jiyanek bi ewle û azad lê bijîn lê dewleta tirk ewlehiya herêmê dike hedef û zarokên me qetil dike . Em ji tu kesî natirsin me xeta berxwedaniyê hilbijart û emê bidomînin heya em dagirkeriyê têk bibin.”

“Tu kes nikare hebûna me tune bike”

Endama Kongra Star Cîhan Xalid tekez kir ku êrîşên dewleta tirk deskeftiyên şoreşê dike hedef û wiha anî ziman: "Deskeftiyên ku hatine bi destxistin ne bi hesanî pêk hatin, bi kedek mezin û bi xwîna zarokên me hatine bidestxistin. Lewma dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze keda bi hezraê jinan tune bike û dagir bike lê cihê ku xwîna zarokên me pê hatiye avdan ew cih neyê tune kirin. Ax axa me ye cihê dijmin lê tune ye, ji bo parastina vê xakê em ê her kêlî li kolanan bin û çalakiyan li dar bixin. Rêxstinên mirovî dibêjin em mafê mirovan diparêzin lê çima bêdeng mane dema balafir zarokan qetil dike. Me berê digot ya hebûn ya tune bûn niha em dibêjin hebûn hebûn hebûn.”

Daxuyanî bi dirûşma “ Şehîd Namirin “bi dawî bû.