Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Çeteyek DAIŞ’ê hat kuştin, 4 çete hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand ku di operasyonek taybet a wan daye destpêkirin de 2 jê jin 4 çeteyên DAIŞ’ê hatiye girtin û çeteyek ku hewld daye bireve hatiye kuştin.

Navenda Nûçeyan - Operasyona Mirovî û Ewlehî ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi alîkariya Yekîneyên Parastina Jin û QSD’ê ve li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê yên li kampa Holê dabûn destpêkirin di roja 15’emîn de didome. Hêzên Ewlekariya Hûndirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku duh seatên şev de ew operasyonek taybet lidar xistine û di encama operasyonê de 2 jê jin 4 DAIŞ’î hatine girtin û DAIŞ’iyek ku hewl daye bireve hatiye kuştin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Dûh şev seet 01:00'an de hêzên ewlekariya hûndirîn , şervanên YPJ û QSD'ê li gorî agahiyên ku bidestxistibûn, li beşa 5'an a kampa Holê operasyonek taybet lidarxistin. Di vê operasyona taybet de di navbera hêzên ewlekariya hûndirîn û çeteyên ku hewldidan birevin de pevçûn rû da. Di encama vê pevçûnê de çeteyekî cilê jinan li xwe kiribû û hewl dida bireve, hate kûştin û di heman demê de 2 jê jin 4 çeteyên DAIŞ'ê jî ji aliyê hêzên ewlekariya hûndirîn ve hatin girtin. Bi van çeteyan re 2 çekên AK-47 û rextekî teqemeniyê jî hate desteserkirin.
Operasyona mirovî û ewlehiyê ku di roja xwe ye 15'emîn de berdewam dike. Bilançoya operasyona roja 14'emîn ya ku ji seetên sibê destpêkir û heta berdestê siherê bi hemû lez û kûrbûna xwe berdewam kir, wiha ye: Çeteyekî DAIŞ'ê hate kuştin, 8 çeteyên DAIŞ'ê jî hatin girtin. 2 rextê teqemeniyê, 3 çeka AK-47 û 10 jarjor, çeka RPG-7 û roketên wê,12 bombê destan, 25 mermi tabanca, jarjorên tabanca Glog, amûra bêdeng bikaranîna çekan,computer, hejmarek telefon û xettên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn veşartin, ji aliyê hêzên ewlekariya hûndirin ve hatin desteserkirin.”