Li dijî kiryarên dermirovî bertekên gelê Rojavayê Kurdistanê zêdetir dibin

Li bajarê Qamişloyê, ji bo şermezarkirina êrîş û serdegirtinên li ser gundên Til Eran û Til Hasilê xwepêşandanek hat li dar xistin. Di xwepêşandanê de bang li saziyên navdewletî hat kirin ku ewlehiya sivîlan û rûmeta jinan biparêzin.

QAMIŞLO – Duh bi şev li herêmên Til Eran û Til Hasilê, dîmenên operasyona hêzên girêdayî Hikûmeta Sûrî ya Demkî (ku di bin navê bermahiyên rêjîma Baasê de kar dikin) hatin belavkirin. Hat dîtin ku di encama vê operasyonê de kiryarên dermirovî hatine kirin; bi taybetî dîmenên jineke 60 salî ku rastî êşkence û tundiyê hatiye, di nava gel de hêrseke mezin ava kir. Di vê çarçoveyê de li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê hatin li dar xistin.

Şêniyên bajarê Qamişloyê, ji bo redkirin û şermezarkirina binpêkirinên li dijî jin û ciwanên bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên li gundewarê Helebê, li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê xwepêşandanek girseyî li dar xistin.

‘Hedefgirtina jin û sivîlan binpêkirina mafên mirovan e’

Beşdarên xwepêşandanê êrîşên li ser jinên Kurd ên di dema serdegirtinan de şermezar kirin û tekez kirin ku hedefgirtina jin û sivîlan, binpêkirina eşkere ya mafên mirovan e. Çalakvanan daxwaz kirin ku berpirsên van binpêkirinan werin darizandin, parastin û rûmeta jinan were garantîkirin û rêz li maf û azadiyên wan were girtin.

Ev xwepêşandan wekî bersivek li dijî serdegirtinên roja Sêşemê yên li bajarokên Til Eran û Til Hasilê pêk hat. Di dema wan serdegirtinan de gelek kes hatin girtin. Hat zanîn ku jina Kurd a bi navê Nuzha Hemkî, tenê ji ber ku xwestibû fermanek qanûnî ya girtinê ji aliyê efseran ve were nîşandan û kêliyên serdegirtinê tomar kiribû, rastî êrîş û tundiyê hat.