Qamişlo - Li dijî êrîşên dewleta tirk ser xaka Kurdistanê bi gelek rêbaz û şêwazên hov û qirêj, her wiha gefên wê yên dawî êb ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyê, di bin dirûşmeya “Dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê” şêniyên Qamişlo meşeke girseyî lidar xist. Meşa ku bi sedan şênî, saziyên Malbatên Şehîdan, rêxistinên jin, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tê de beşdar bûn, ji Çarexerêya Şehît Rûbar a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir û li ber dergehê Neteweyên Yekbûyî rawestiya.
“Êrîş û gefên dewleta tirk dê îradeya me neşikîne”
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Rêxistina Konreya Star, Berdevka Rêxistina Kongreya Star Remziya Muhemed axivî û got: “Ji bo bîranîna tevahî şehîd û cangoriyên azadiyê, bi taybet ku îro bîranîna şehadeta Zîlan bi çalakiyeke fedayî wekî bersivdayîna komplo û hovîtiya dewleta tirk bû, em wan bi bîr tînin û dibêjin şehîd namirin. Kombûna me ya îro li bajarê Qamişlo wekî kombûna li her qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bersivdayîna êrîşên dewleta tirk ser gelê me û gefên wê yên dagirkirna herêmên me ye. Siyasteke qirêj ser îradeya gelê me tê meşandin, gelê me bi salan li be xwe daye û serkeftinên mezin bidest xistiye û her dem ji dagirkerî û terorê re gotiye na. Em di vê kêliyê de teqez dikin ku bi îsrar û berxwedaniyeke mezin em ê li pêşiya van kiryaran bisekinin û dê ev gef û êrîşên dewleta tirk îradeya me neşikîne.”
“Emê li ser piya bin”
Necah Seîd a ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta tirk ser axa Kurdistanê û tecrîda girankirî ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan şermezar kir û got: “Em îro wekî jin derketine kolanan ji bo diyarkirina helwesta li dijî êrîş û gefên dewleta tirk ser herêmên me. Her wiha em bang li aliyên berpirsyar û rêxistinên mirovî dikin ku li pêşiya kriyarên dewleta tikr bisekinin. Di heman demê de tecrîdeke girankirî ser rêberê me Abdullah Ocelan a girankirî tê meşandin û ji bo vê yekê jî em bêdeng namînin, em ê jin û dayik ser piya bin heta azadkirina Serokê me.”
“Em li dijî lihevkirinên îmhakirina gelê Kurdistanê çalakî dikin”
Şemsîxan Gulo ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destnîşan kir ku ev meşa wan li dijî lihevkirên îmhakirina gelê Kurdistanê ye û wiha got: “Armanca me ji lidarxistina vê meşa girseyî ew e ku em li bermaberî lihevkirinên îmhakirina em ser rûyê erdê bisekinin. Em bi tundî van kiryaran şermezar dikin û dibêjin Rojava xeta sor e û êrîşên ser Rojava tê wateya êrîşkirina tevahî axa Kurdistanê. Dibe ku dewletên faşîzim lihevkirinên xwe dewam bikin belê gelê kurdî jî xwedî biryar, helwest, îrade ye û tu carî pişta şervanên xwe bernade. Em axa naberdin û em ê li ser vê axê bimirin, dewletên wekî Rûsya û Emerîka berpirsyartiya parastina vî gelê ji wan tê xwestin. Dê hewldanên dewleta tirk ên dagirkirna herêmên me negihêje serî.”
Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana gel bimre dagirkerî” bi dawî bû.










