Navenda Nûçeyan – Li gundê Marînus ê Colemêrgê piştî operasyona leşkerî careke din agir bi daristanê ket. Di 12'ê Tebaxê de piştî operasyoa hatibû kirin li qada daristanê ji ber guleyên bi çekên giran hatin berdan agir bi daristanê ketibû. Agirê ku her diçû belav dibû di roja 15'an de bi xwe vemirîbû.
Ji ber agirê belav bû qadeke mezin a daristanê şewitî.
Hat diyarkirin ku duh jî li heman cihî leker çûne operasyonê û bi çekên giran agir berdana daristanê. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin agirê hatiye pêxisitn hîna nehatiye vemirandin.




