Li Cezayîrê ‘Rojên Sînemaya Jinan’ tê pîrozkirin

Beşdarên çalakiya "Rojên Sînemaya Jinan" li hev kirin ku hebûna jinan di sînemaya Cezayîrê de tevî zehmetiyan jî pêşve diçe û tekez kirin ku ji bo mîsogerkirina beşdariya jinan pêdivî bi wêrekî û piştgiriyê heye.

NECWA RAHIM

Cezayîr – Duh li hola "Cinematheque" ya li Cezayîrê, çalakiya "Rojên Sînemaya Jinan li Cezayîrê" dest pê kir. Çalakî ji aliyê Navenda Sînemayê ya Cezayîrê ve di çapeke taybet de hate organîzekirin û dê 3 rojan dom bike. Armanc, destnîşankirina hebûna jinên Cezayîrî di qada sînemayê de, wek afirîner, çêkerên wêneyan û beşdarên çalak di teşedana gotara dîtbarî de ye.

‘Rojên Sînemaya Jinan li Cezayîrê’, girîngiya dabînkirina qadên domdar ji bo pîrozkirina afirîneriya jinan û vekirina nîqaşên cidî li ser rastî û perspektîfên sînemayê tekez dike. Bi vî rengî hebûna jinan wek hêmanek çalak di teşedana wêne û çîrokê de zêde dike û beşdarî pêşkeftina pîşesaziyek fîlmê ya cihêrengtir û kûrtir li Cezayîrê dibe.

Ev çalakî beşek ji înîsiyatîfên çandî ye ku dixwazin ezmûna jinan di sînemaya Cezayîrê de ji nû ve bixwînin, bi ronîkirina berhemên derhênerên jin ên Cezayîrî û fîlmên ku li ser pirsgirêkên jinan, nasname û bîranînê ne. Her wiha vekirina qadan ji bo nîqaşê li ser veguherînên ku vê rêyê şahidî kiriye û dijwariyên ku hê jî li pêşiya wê ne.

Bernameyeke cûrbecûr a nîşandan û rêzgirtinê

Di merasîma vekirinê de axaftinên fermî hatin kirin û piştre rêzgirtin ji bo çend kesayetên navdar ên hunerê, di nav de Bahia Rachedi, Nadia Labidi, Nadia Talbi û Lydia Larini, hat kirin. Fîlma "Niya" ya derhêner Îman Ayadi jî, hat nîşandan. Bername fîlmên dirêj û belgefîlmên kurt ên derhênerên jin ên Cezayîrî, her wiha berhemên sînemayî yên ku pirsgirêkên jinan ji perspektîfên cihêreng vedibêjin, dihewîne. Fîlmên derhênerên jin ên Filistînî jî, bi hevrêziya Festîvala Fîlmên Jinan a li Xezayê hatin tevlîkirin, ku vebûna bûyerê ji bo ezmûnên sînemayî yên jinan ên ji derveyî Cezayîrê nîşan dide.

Semînerên rewşenbîrî ji bo lêkolîna rêbaz û zehmetiyan

Çalakî bi tenê pêşandana fîlman ve sînordar nebû; her wiha semînerên rewşenbîrî jî hebûn ku li ser "Sînemaya Jinan li Cezayîrê: Rêbaz û Zehmetî" û "Nûnerî, Beden û Nasname di Sînemayê de" nîqaş kirin. Çalakî, bi beşdariya pisporên di vî warî de ku di nav de Samira Hadj Djilali, Najma Zerari û Hajar Sabata jî hene, pêk hat.

Jin tenê li ber kamerayê sînordar nemane

Di dema rêzgirtina xwe de, hilberîner Samira Hadj Djilali tekez kir ku rêwîtiya wê di hilberînê de ji hewesa kesane û xwesteka pêşkêşkirina berhemên dîrokî yên ku dewlemendiya bîra neteweyî nîşan didin, derketiye holê. Wê destnîşan kir ku jinên Cezayîrî êdî ne tenê li ber kamerayê ne, her wiha di gelek aliyên pîşesaziya fîlman de, ji nivîsandina senaryoyan bigre heya sînematografî û montajê, bûne beşdarên çalak.

Cesaret şertek bingehîn a di qada sînemayê de ye

Nivîskara senaryoyan Shahinaz Messaoudi girîngiya avêtina gavekê bêyî dudilî destnîşan kir û cesaretê wekî şertek bingehîn ji bo ketina vê qadê dihesibîne.

Derhêner Hajar Sabata bawer dike ku ev bûyer ji bo nirxandina pêşketina hebûna jinan di sînemaya Cezayîrê de qonaxek girîng temsîl dike, ku ji rolên duyemîn di berhemên dîrokî de bûye lîstikvanek sereke ku beşdarî hilberîna gotara sînemayî dibe, tbi aybetî di demên hesas ên dîroka welêt de.

Pirsgirêkên berdewam û perspektîfên pêşerojê

Dr. Najma Zerari ku akademîsyenek li Dibistana Bilind a Neteweyî ya Rojnamegerî û Ragihandinê ye, li ser pirsgirêkên ku jin di sînemayê de pê re rûbirû dimînin, bi taybetî kêmbûna fînansmanê û hilberîna qels, axivî. Her wiha behsa pirsgirêkên têkildarî hin fînansmana biyanî kir ku dikarin bandorê li naveroka berheman bikin û hin arasteyan ferz bikin ku ne hewce ye rastiya Cezayîrê nîşan bidin, ji bilî xirabkirina wêneya jinan bi xwe.

Atolyeyên girêdayî perwerdehiyê

Li ser eniya perwerdehiyê, atolyeyên taybet ji bo jinên ciwan hatin organîzekirin. Di nav de nivîsandina senaryoyan ji perspektîfek jinan ji hêla Shahinaz Masoudi ve, atolyeyek derhêneriya fîlman ji hêla Îman Ayadi ve û atolyeyek li ser rexneya fîlman û analîzkirina wêneya jinan hene.