Li Cezayîrê li dijî tundiyê sepana ‘dîjîtal a mobîl’

Li Cezayîrê, Komeleya Cezayîrûna yekem sepana 'dîjîtal a mobîl' a ji bo belgekirin û şopandina şîdeta li ser jinê dest pê kir.

NECWA RAHIM

Cezayir - Li beranberî hemû cûreyên tundûtujiyê jin li her qadê tekoşîna xwe didomîne. Jinên Cezaîrî yên di komaleya Komeleya Cezayîruna de cih digrin sepanek mobîlê dan destpêkirin û dixwazin rê li tundûtujiyê bigrin. Şewirmenda Hiquqê Heyat Ayat Aba ya di komaleyê de cih digre yek ji wan kesan e ku rewşa tundûtujiya dijî jinan metirsîdar e û ji bo vê ketiye nav liv û tevgerê. Heyat Ayat Aba bi rêya sepana dîjîtal a mobîlê ya ku bûyerên tundûtujiya dijî jinan dişopîne, hewl dide pêşiya tundûtujiya li dijî jinê bigire.

Dixwazin bi rêya sepana mobîlê rê li tundûtujiyê bigrin

Şewirmenda huqîqê Heyat Ayat Aba behsa sepana dîjîtal a bi navê ‘Raqa min’ kir û got ku li Cezaîrê ev cara yekem e ku sîstemek bi vê awayî tê bikaranîn, ev sîstem di nav çen rojan de wê were çalakkirin û wiha gotinê xwe domand: “Ev sepan ji bo hemû cureyên tundûtujiya dijî jinan bişopînin da ku em bikarbin alîkarî, hişyarkirin û parastina jinan bikin. Di vê sepanê de, agahiyên der barê cureya tundûtujiya li ser jinan kesên tundiyê dike û cihê bûyerê, temenê kesan tespît dike. Di sepanê de jimara telefona destwerdana lezgîn hene ku kesên ku tundûtujiyê re rûbirû diminîn dikarin alîkar bixwazin, her wiha hejmara navendên sazî û malên starê jî hene.”

‘Ev sîstem wê ji bo jinên ku rastî tundûtujiyê tên alîkar be’

Heyat Ayat Aba dibêje ku bi awayekî lezgîn bi riya bijareyên weke xalan di kêliyên destpêdikê û bûyerê de sepan hin şêwiran pêşkêşî jinên ku rastî tundûtujiyê tên dike û wiha gotinê xwe bi dawî dike: “Komeleya Cezayîruna ev sepanê pêşkêş kir, bi komele û rêxistinên din re ji bo alîkariya jinan dijî tundiyê kar bikin. Armancên me diyar in, bi riya ev sepanê em hewl didin alîkariya jinan bikin bi riya şahidên bûyerê li derdora wê, cîran, heval, xizim û her kesek di rê de derbas dibe dikare alîkariya wan jinan bikin.”

Ev sepan ji aliyê pisporên civaka sivîl û saziyên girêdayî hikumetê ve jî tê bikaranin.