Li Cezayîrê jinek hate qetilkirin
Mêrê li bajarê Sîdî Belebas ê Cezayîrê hevjîna xwe qetil kir ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin.
Cezayîr- Yek ji welatên ku her diçe qetilkirina jinan lê zêde dibe Cezayîr e. Li gorî malpera femînîstên Cezayîrê ji destpêka sala 2022'an ve di nava du mehan de 7 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatine qetilkirin.
Çend saet berê jî mêrek kujer li bajarê Sîdî Belebas ê Cezayîrê hevjîna xwe qetil kir. Sûcdar despêkê alaveke tûj bikar aniye û ew birîndar kiriye, pişre jî bi kêran lê daye heyanî ku jiyana xwe jidest daye.
Ji bo diyarkirina sedemên rasteqîn ên tewanê hîna lêkolîn berdewam in. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku piştî tewanbar hewildanê revê kiriye ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.