Li Cezayîrê ji bo xurtkirina aboriya jinan seminer hat dayîn

Beşdarên semînera diyalogê tekez kirin ku zêdebûna hejmara jinên karker nîşan dide ku pêwîstî bi çareseriyên alternatîf ji bo kêmkirina zexta li ser jinên karker heye.

NECWA RAHÎM

Cezayîr – Komeleya Hûrî ya Jinên Cezayîrî duh semînerek diyalogê bi navê "Vîzyona li ser bingeha mafan ji bo pêşxistina qanûnên kedê û zêdekirina hêza aborî ya jinan" li dar xist. Di çarçoveya veguherînên bilez ên aborî de hat diyarkirin ku têkiliya jinan bi bazara kedê re ji nû ve divê were fikirîn û asta ku qanûnên heyî dikarin bi van veguherînan re hevaheng bin.

Zêdebûna hebûna jinan pirsgirêkan ji holê ranake

Seroka Komeleya Hûrî ya Jinên Cezayîrî Ayşe Serîr El-Hartzî diyar kir ku semîner ji bo "vekirina nîqaşeke taybet li ser destkeftiyên ku jinan di cîhana kar de bi dest xistine ye. Diyar kirin ku bi taybetî ji ber zêdebûna hejmara jinan di bazara kar de, berevajî pirsgirêk û valahiyên ku hê jî hene û hewcedariya lezgîn a piştgiriya qanûnî ya domdar hatiye organîzekirin.

Ayşe El-Hartzî ev yek li ser daneyên ji Ofîsa Îstatîstîkê ya Neteweyî ava kir û destnîşan kir ku zêdebûna hejmara jinên karker nêzî milyon û 97 hezar heya nêzî 3 milyonî ye û vê pêşketinê weke "nirxandina cidî ya çareseriyên alternatîf ji bo sivikbûna zexta li ser jinên karker" hewce dike.

Ayşe El-Hartzî got ku ev hejmar nayê wê wateyê ku jinan bazara kar girtiye ser xwe û rave kir ku rêjeya beşdariya jinan li dora ji sedî 22.9 ji tevahiya hêza kar a bi 12 milyonî tê texmînkirin dimîne. Li gorî Aşe hewce ye ji nû ve lêkolînek li ser vegotinên ku nêrîna berevajî pêşve dixin were kirin. Her wiha kombûna jinan di qadên rêveberî, tenduristî û perwerdeyê de hê jî eşkere ye û di navbera qadên giştî û taybet de newekhevî heye. Rêjeya jinan di qada giştî de ji sedî 57.4 heta ji sedî 61.1 diguhere, li gorî wê di navbera ji sedî 38.9 û ji sedî 42.6 de di qada taybet de ye. (îstatîstîkên 2025)

Di pêşvebirin û hêzdarkirina jinan de hevkariya aborî

Ayşe Serîr El-Hartzî dema ku behsa rola civakê kir tekez kir ku ew hevkariyeke aborî ya neçar di pêşvebirin û hêzdarkirina jinan de ye ku weke girêdanek di navbera polîtîkayên neteweyî û rastiyên herêmî de kar dike.

Însiyatîfên hatine pêşandan

Di vê çarçoveyê de hinek însiyatîfên komeleyê di nav de kampanyaya "Ew Baweriyek e" ku piştrast dike mafê kesî tune ye jinan îstîsmar bike yan heqaret bike. Ji bilî bernameya "Rakiza" ku armanc dike "jêhatîbûnên jin û keçan bi riya qursên perwerdeyê di karsaziyê û kirrûbirra dîjîtal de bi pêş bixe û hişmendiya qanûnî, civakî û pîşeyî bilind bike, hatin pêşandan

Samiya Bin Qawiya: Ma hêzdarkirina aborî azadiya rastîn dide?

Samiya Bin Qawiya bi naskirina rola jinan di aboriya neteweyî de dest pê dike û dibêje: "Ez vê rojê li hemû jinên Cezayîrî, yên karker û bêkar pîroz dikim. Jinên Cezayîrî di tevahiya dîroka xwe de îsbat kirine ku ew di avakirina her pergalê de xwedî roleke bingehîn in.”

Samiya Bin Qawiya destnîşan dike ku çarçoveya qanûnî ya li Cezayîrê mafên jinan di warên cûrbecûr de, weke nîşaneyek pabendbûna dewletê bi standardên navneteweyî dihesibîne. Lê belê ev pêşveçûna qanûnî rê li ber pirsên kûrtir nagire. Samyia Bin Qawiya wiha domand: "Ma hêzdarkirina aborî azadiyê dide jinan? Gelo ew bi têgeha ku ji hêla qanûna Îslamî ve hatiye anîn re li hev dike.”

Ev sempozyûm wek platformek ji bo nîqaşê di navbera beşdarên di warên hiqûqî û akademîk de xizmet kir, bi armanca pêşxistina nêzikatiyên pratîkî yên ku hevahengiya qanûnên neteweyî bi standardên navneteweyî re misoger dikin, di heman demê de modelên xebatê yên nû wek xebata serbixwe û xebata ji dûr ve, weke derfetên potansiyel ji bo zêdekirina serxwebûna aborî ya jinan tên hesibandin.