Li Bolivya yê Akademiya 'Super Girls' xelata hevaltiyê girt

Akademiya futbolê ya 'Super Girls' ku pêşbazî bi 100 dibistanên futbolê re kiriye li Bolîvyayê xelata Football ji bo hevaltiyê girt

Navenda Nûçeyan – Ji bo girtina xelata Football ji bo hevaltiyê Akademiya 'Super Girls' hate hilbijartin. Ji ber ku hêzek moralî daye jinên wrzîşvan û hemî keçên ku dixwazin li welêt Football fêr bibin hêjayî xelatê hatiye ditîn. Xelata Football ji bo Hevaltî beşek ji bernameyê civakî yê navneteweyî ye bi navê 'Football ji bo Hevaltî' ku di 2013'an de dest pê kir û dixebite. Da ku bi riya Football nirxên girîng û balkêşiya jiyanek tendurist ji bo zarokan û nifşên ciwan bide çêkirin e.
Rojnamevana werzîşê ya Bolîvyayê Carmen Pozzo û hevkara wê Zdinchka Bacarraza akademiya footballê ya keçan bi navê 'Las Super Poderosas' ku wate keçên super ava kirin.
Akademî yekem ji celebê xwe li welat e, berî du salan hate damezrandin û tenê bi 14'e keçan despêkir. Berî ku hejmara endaman îro bighêje 90 kesan, lîstikvanên La Paz jî tê de ne.
Rojnamevan Carmen Pozzo bi pêşvebirina nirxên werzîşî yên football digire û nifşa nû ya keçan perwerde dike. Li ser xelatgirtinê got: "Îsbat kirin ku dikarin projeyên nûjen ku bandora wan li ser asta navneteweyî heye bînin."
Akademiya ku xelat werdigirtiye, ji ber projeya wê ye ku tê de çalakiyên werzîşî û performansên hunerî yên football yên bi navgîna internête bû. Piştî tedbîr girtinê yên ku ji bo pandmiya Corona ve hatine ferz kirin.  
Akademî nirxên ku ji hêla 'Football ji bo Hevaltî' ve hatine destnîşankirin ku tê de 'Dostanî, hevsengî, wekhevî û tendirustî heye.'
Li gorî rapora valahiya zayendî ya Foruma Aboriya Cîhanî, Bolîvya di nav 153 welatan de di rêza 42'an de ye. Lê keçên ku futbolê lanet dikin rastî cûdakariyê tên.