Li Biyabana Libyayê 20 penaber ji têhna jiyana xwe ji dest dan

Li biyabana Sahra ya dikeve başûrê Libyayê cenazeya 20 penaberên ku ji têhna jiyana xwe jidest dane, hat dîtin.

Navenda Nûçeyan – Berdevkê tîma alîkariya lezgîn a Libyayê Usame Eli da zanîn ku li biyabanê cenazeya 20 penaberan di nav erebeyê de hatiye dîtin.

Li ser hesabên medya dîjîtal a tîma lezgîn jî hat dest nîşankirin ku wesayît 320 kîlometre li başûrê rojavayê bajarê Kufre yê Biyabanê Lîbyayê û 120 kîlometre dûrî sînorê Çadê hatin dîtin.

Di daxuyaniyê de hat dest nîşankirin ku "îhtimal heye ku wesayît ji ber xerabûnek teknîkî li biyabanê asê mabe.”

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, tê texmînkirin ku li ser mirina penaberan re du hefte derbas bûye.