Beyrût – Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz, îro li navenda xwe ya li Beyrûtê panelek bi sernavê "Tundiya li Dijî Jinan: Mafên ku nabin mijara bazarê" lidarxist.
Ji panela ku di çarçoveya kampanyaya "16 Rojên Çalakiyê li Dijî Tundiya li Ser Bingehê Zayendî ya Civakî" de hate lidarxistin re parêzer, çalakvana mafên jinan û pispora hiqûqê Farah Abdullah wekî axaftvan beşdar bûn. Di çalakiyê de nûnerên rêxistinên jinan ên Lubnanî, Filistînî û Kurd û her wiha gelek çalakvanên jin amade bûn.
‘Têkoşîna li dijî tundiyê, ne tenê redkirina devkî ye’
Panel bi axaftina vekirinê ya sekretera komeleyê dest pê kir. Sekretera komeleyê, da zanîn têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, ne tenê êrîşên fîzîkî ye, di heman demê cudakariya yasayî, civakî, aborî û çandî jî dihewîne. Sektera komeleyê, destnîşan kir ku mafên jinan, mafên mirovan ên bingehîn in û nabin mijara bazarê. Her wiha di nîqaşan de behsa têkoşîna jinên Kurd a ji bo nasname û mafên wan, rola wan di jiyana civakî û siyasî de û awayê ku pergala hevserokatiyê beşdariya jinan a di mekanîzmayên biryargirtinê de hêsan dike, hate kirin.
Ji CEDAW’ê heta cudakariya di yasayên Lubnanê de
Parêzer Farah Abdullah, di pêşkêşiya xwe ya bi sernavê “Ji Peymana CEDAW’ê heta Cudakariya di Yasayên Lubnanê û Reformên Yasayî yên Niha de”, nirxandinên xwe yên der barê perspektîfa hiqûq û mafên mirovan de anî ziman.
Parêzer Farah Abdullah, têkiliya di navbera cudakariya li dijî jinan û ya çarçoveya Peymana CEDAW’ê û şertên ku Lubnanê li ser vê peymanê danîne de, anî ziman. Farah Abdullah, balkişand ser newekheviyên di warên wekî hemwelatîbûn, rewşa kesane, jiyana pîşeyî û parastina civakî de û zehmetiyên ku jin di gihîştina dadperwerî û parastinê de rûbirûyê dimînin nirxand.
Parêzer Farah Abdullah, tekez kir ku ji bilî reformên yasayî, divê pêkanîna bi bandor a yasayên heyî were misogerkirin û mafên jinan di jiyana rojane de bên parastin.
Di têkoşîna li dijî tundiyê de berpirsiyariya saziyên dewletê û civaka sivîl
Di nîqaşên ku bi beşdariya çalakvanên jin û nûnerên komeleyên cûda pêk hatin de, behsa zehmetiyên hevpar ên ku jin pê re rûbirû dimînin hate kirin. Di panelê de balkişandin ser berpirsiyariyên dewlet û civaka sivîl a di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, pêkanîna çarçoveyên yasayî, girîngiya serxwebûna aborî û pêwîstiya zêdekirina hişmendiya civakî. Her wiha rola perwerde û çandê ya di guhertina şêwazên cudakar de hate nirxandin.
Di dawiya panelê de hate diyar kirin ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, di qadên yasayî, sazûmanî û çandî de berpirsiyariyeke hevpar dixwaze. Her wiha hate tekez kirin ku wekhevî û dadperwerî tenê dema ku jin bikaribin mafên xwe bi awayekî azad, ewle û bi rûmet bi kar bînin, wê pêkan be.




