Ji Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê zincîra mirovahiyê
Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê ji Karakoyê heta Emînonu zincîra mirovahiyê ava kir û bang li hemû jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de li Qada Taksîm Tunelê bin.
Navenda Nûçeyan – Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê bi pankarta ‘Wê kesek din kêm nebe’ ji Karakoy a Stenbolê zincîra mirovahiyê ava kir û meşiyan. Di daxuyaniya li Qada Emînonu hate dayîn de dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘Bijî piştevaniya jinan’, ‘Tu car tenê nameşî’, ‘jin bi hev re xurtin’ hatin berzkirin.
Beriya daxuyaniyê çîroka Fatma Nur Çelîk, Hîfa Îkra Nur Şenguler, Îlayda Zorlu, Ayşe Tokyaz, Îpek Er, Arya Dîlek Încî yên di encama tundiya mêr de hatine qetilkirin, hate xwendin.
Di 10 mehên ewil a salê de 245 jin hatin qetilkirin
Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê Bariş Bîlgen ve hate xwend. Bariş Bîlgen, da zanîn ku di 10 mehên ewil a salê de 245 jin hatine qetilkirin. Bariş Bîlgen diyar kir ku divê polîtîkayên bêcezahiştinê bidawî bin û Peymana Stenbolê ji nû ve bikeve meriyetê. Bariş Bîlgen bang li hemû jinan kir ku 25’ê Mijdarê de li Qada Taksîm Tunelê bin.