Navenda Nûçeyan – Fermandariya Polîsên Kerex a Bexdayê ragihand ku duh li taxa Huriye ya Bexdayê, jinek ciwan dema ji mala xwe derdiket, çend kesek bi rêya motorsîkletê nêzî jinê bûn û bi tîzavê êrişî jina ciwan kirin.
Hate diyarkirin ku hêzên polîsan sê bersûc binçavkirin û ji bo dadgehê hatin şandin.
Heta niha têkildarî hûrgûliyên buyerê û rewşa dawî ya jina ciwan ti agahî nehatine belavkirin.




