Li Bexdayê çalakiya ‘Bila darizandin eşkere bin û hemû berpirsên sûcdar bên cezakirin’
Piştî destpêkirina operasyona “Sola El-Fecr” a dijî gendeliya li Iraqê, bi pêşengiya rêxistinên jinan, çalakvan û hêzên demokratîk, li Bexdayê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxwaza dadgehkirineke eşkere hat kirin.
RECCA HEMÎD REŞÎD
Bexda – Di rojên borî de doza girtina hejmarek kesên ku di dosyayên gendeliyê de cih digrin, bû rojeva sereke ya raya giştî ya Iraqê. Ev yek piştî ku aliyên pêwendîdar ragihandin ku rêzezincîrên operasyonên li dijî torên diziya malê giştî pêk anîne, dest pê kir. Çavdêran ev pêngav wekî destpêka tevgerek cidî ya hikûmetê nirxandin.
Di vê çarçoveyê de, duh êvarê, hêzên sivîl û çalakvanan li paytext Bexdayê çalakiyeke protestoyî li dar xistin. Di çalakiyê de daxwaza girtina pêngavên biryardar û berfireh, ji bo hesabpirsîna ji bertîlxurên li welat hat kirin. Ev çalakî hevdemî destpêkirina operasyona “Sola El-Fecr” (Tevgera Berbangê) ye ku di vê hefteyê de ji aliyê desthilatdariya Iraqê ve hat destpêkirin û li seranserî welat daxwazên gel ên ji bo serweriya qanûnê û rûbirûbûna gendeliyê (bêyî cudahî û îstîsnakirina tu aliyan) nû kirin.
Di çalakiya ku li nêzî Abîdeya Kehramana li Bexdayê hat lidarxistin de, rêxistinên jinan, çalakvanên jin, hêzên nîştimanî û kesayetên demokratîk amade bûn. Beşdaran pergala rayeyê (mahasese) û gendeliyê şermezar kirin û xwestin ku têkoşînek rast û giştî bê meşandin ku tenê bi kesên biçûk re sînordar nemîne û nebe kampanyayeke bijartî.
Çalakvanan dirûşmên wekî “Pêwîst e dosyayên mezin ên gendeliyê bên vekirin”, “hesab ji berpirsên talankirina malê giştî bê pirsîn” û “torên parastina siyasî yên ku rê li ber dadperweriyê digrin, bên eşkerkirin” berz kirin.
Têkoşîna li dijî gendeliyê berpirsyariyek nîştimanî ye
Çalakvan û çîrokbêj Neîme Mecîd diyar kir ku ev çalakî ji bo rûbirûbûna gendeliya ku li welat belav bûye û mîna ku wê pênase kir, “tiştekî hişk û şîn li dû xwe nehiştiye” hatiye organîzekirin. Neîme tekez kir ku divê hikûmet di şerê li dijî gendeliyê de bimeşe û tu cudahiyê neke navbera “nehengên mezin û masiyên biçûk” û qanûnê li ser her kesî bisepîne.
Neîme Mecîd anî ziman ku jinavbirina gendeliyê gava yekem û bingehîn e da ku gelê Iraqê di nav ewlehî, aramî û aştiyê de bijî. Wê destnîşan kir ku berdewamiya vê nexweşiyê gefê li ser îro û paşeroja civakê dixwe. Neîme bang li hemû çînên gel kir ku ji bo jinavbirina bertîlxuran û dawîanîna li pergala gendeliyê ya ku welat westandiye, yekîtiya xwe ava bikin.
Bi bertîlxuran re lihevhatin nabe
Endezyar û helbestvan Hesîne Ebas Binyan destnîşan kir ku beşdarên çalakiyê her hewldanek ji bo lihevhatina bi kesên di dosyayên gendeliyê de cih digrin, red dikin. Hesîne da zanîn ku Partiya Komunîst a Iraqê ji sala 2003’an û vir ve, bang dike ku saziyên dewletê ji diz û kesên xemsar bên paqijkirin. Hesîne Binyan anî ziman ku hilweşîna ewlehî û siyasî ya ku Iraqê di salên borî de şahidiya wê kiriye, encama rasterast a belavbûna gendeliyê û birêvebirina xirab a malê giştî ye. Wê got ku hikûmetên li pey hev nekarîn sînor ji vê diyardeyê re deynin, berovajî vê yekê, bi hatina her hikûmeteke nû re rewş xirabtir dibû. Wê tekez kir ku divê dezgeha dadwerî rola xwe bi serbixweyî û biryardarî bileyîze û dûrî destwerdanan hesab ji bertîlxuran bipirse.
Dadgehkirinên eşkere
Çalakvan Salîme Nasir Kemaleddîn jî diyar kir ku ev çalakiya protestoyî piştî ku Iraqiyan dîtin ku çawa mîqdarên mezin ên pereyan di malên tawanbarên diziyê de hatine veşartin, wekî bertekek li dijî berdewamiya gendeliyê hat lidarxistin. Salîme got ku ev pere milkê gelê Iraqê ne, di demeke ku ciwan ji bêkarî û nebûna derfetên kar bêzar in de, hinek berpirs jî bi rêyên neqanûnî talankirina malê giştî didomînin.
Salîme pirsa “Ev rewş dê heta kengê berdewam bike? kir û wiha got: “Iraq di salên borî de hat perçiqandin. Di heman demê de welatî, bi taybetî jî teqawidbûyî, her meh ji ber tirs û fikarên derengketina mûçeyên xwe di nav fikarên herdemî de dijîn.”
Salîme daxwaza kêmkirina îmtiyaz û mûçeyên mezin ên berpirsan kir û got ku ew gotegotên li ser lihevhatina bi dizên malê giştî re, red dike. Wê tekez kir ku ev doz mafê gelê Iraqê ye û divê tawanbar li pêşberî dadgehê di darizandinên eşkere de amade bin, ne ku tenê pereyên dizî paşve werin girtin an jî lihevhatin bi wan re were kirin, divê bên cezakirin û zindanîkirin. Wê her wiha anî ziman ku divê bertîlxur bi yekcarî ji çalakiya siyasî bên qedexekirin, ji ber ku wan baweriya welatiyan winda kiriye û bûne sedema wêrankirina welat û talankirina dewlemendiyên binesaziyê.
Gendelî gihîştiye dosyaya girtîgehan
Li aliyê din, ji endamên konê “Ehrar el-Iraq” Ayde Mehdî Husên El-Mûsewî ku ji aliyê çalakvan û endama dosyaya girtiyan Îsra El- Qeysî ve tê birêvebirin, anî ziman ku beşdariya wê wekî protestoyek li dijî gendeliya ku li Iraqê belav bûyî ye. Ayde diyar kir ku dewlemendiyên welat û di serî de neft, hatiye talankirin ku ev yek bi neyinî bandorê li ser jiyana welatiyan dike.
Ayde daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir ku xizmetên bingehîn (av û ceyranê) peyda bikin. Wê her wiha bang kir ku dosyaya gendeliya li girtîgehan bê vekirin û da zanîn ku gelek girtî rûbirûyî xata darayî (şantaj) dibin, ku ji wan pere tên xwestin da ku di navendên veguhestinê (tesfîrat) de bimînin û sewqî girtîgehên din neyên kirin. Ayde got ku şert û mercên girtîgehan hîn jî trajedîk in, xwarina girtiyan pir xirab e, di heman demê de dukanên zindanan (kantîn) xwarinê bi bihayên duqatîn difroşin. Ayde ragihand ku ev yek barê girtî û malbatên wan girantir dike. Wê bang kir ku berpirsên mezin bên cezakirin û daxwaza azadkirina her du kurên xwe yên girtî û pêkanîna dadperweriyê ji bo hemû dayîk, girtî û gelê Iraqê kir.
Berfirehkirina kampanyaya girtina bertîlxuran
Parêzer û çalakvana mafên mirovan Întîsar El-Miyalî tekez kir ku ev çalakî piştgiriyeke ji bo kampanyaya ku ji aliyê Desteya Destpakiya Iraqê (Nezaha) ve bi hevkariya hêzên ewlehiyê ji bo girtina hemû kesên ku malê giştî dizîne, tê meşandin. Întîsar hêvî kir ku ev kampanya tenê bi navên ku heta niha hatine ragihandin sînordar nemîne û got ku gelek kesayetên din hene ku di talankirina malê giştî, windakirina dewlemendiyên welat û hejarkirina gel de cîh digrin. Ev bûye sedema belavbûna hejartî, birçîbûn û nexweşiyê. Wê anî ziman ku welatiyên Iraqê ji mafên herî bingehîn ên jiyanek bi rûmet, mîna derfetên kar, xizmetên tenduristiyê, perwerdehiya baş û xaniyên guncaw bêpar mane ku sedema sereke, polîtîkayên bertîlxuran e.
Hesabpirsîna ji dizên malê giştî
Çalakvan Îxlas Kamîl Behnam jî diyar kir ku ev çalakî peyameke piştgiriyê ye ji bo pêngavên dawî yên bi armanca hesabpirsîna ji dizên malê giştî û bertîlxurên ku zirarên mezin gihandine saziyên dewletê, milk û çavkaniyên wê. Wê destnîşan kir di demeke ku welatî di bin şert û mercên aborî û jiyanî yên giran de bêzar in de, zengîniyên welêt hatine windakirin .
Îxlas di dawiyê de daxwaz ji Serokatiya Meclîsa Wezîran û Desthilatdariya Dadwerî kir ku di hesabpirsîna ji hemû kesên têkildar de berdewam bin. Îxlas got bila cezayên qanûnî li ser wan bisepînin û pereyên hatine talankirin vegerînin, da ku ev pere di xizmeta welatiyan û avakirina dewletê de li ser bingeha dadperwerî û serweriya qanûnê bên bikaranîn.