Dadgeha Bilind biryara betalkirina cezayê rojnamevan Raşan Oşî da
Rojnamevan û pêşkêşvana Sûdanî Raşan Oşî, ku ji ber weşandina îdiayên gendeliyê 40 roj zêdetir girtî mabû, piştî berteka rêxistinên mafên mirovan û medyayê hate berdan.
Sûdan – Girtina rojnamevan Raşan Oşî ji ber weşandina îdiayên gendeliyê, di medyaya Sûdanê û derdorên mafên mirovan de bû sedema nîqaşên berfireh. Di nav daxwazên zêde yên ji bo azadiya çapemeniyê û parastina rojnamevanan ji zilmê, ev doz bû mijara sereke ya nîqaşên giştî.
Bi 12 meh cezayê girtîgehê hate cezakirin
Di meha Gulanê de, dadgeheke sûcên sîber li Port Sûdan rojnamevan Raşan Oşî ji dozek têkildarî weşandina îdiayên gendeliyê li dijî polîsek li balyozxaneya Sûdanê li Qahîreyê dixebitî sûcdar dît û 12 meh cezayê girtîgehê û 10 milyon lîreyên Sûdanê lê birî.
Piştî îtîraza biryarê, Dadgeha Bilind di 1’ê Tîrmehê de, biryar da ku Raşan Oşî divê tavilê were berdan û cezayê wê yê li gorî qanûna sûcên sîber were betalkirin. Doz ji ber giliyê polîsekê derbarê ku Raşan Oşî îdiayên gendeliya darayî li ser melpera xwe ya Facebookê parve kiriye hatibû vekirin.
Girtina wê bû sedema bertekan
Cezakirina Raşan Oşî di çarçoveya Qanûna Sûcên Sîber de, di nav derdorên rojnamegeriyê de bû sedema nîqaşên berfireh; rojnamevanên jin darizandina wê li gorî Qanûna Sûcên Sîber red kirin, daxwaza bicîhanîna Qanûna Çapemenî û Weşanan kirin û mafên wê neyên binpêkirin kirin. Raşan Oşî dema di girtîgehê de bû, ji hundirê beşa jinan a girtîgeha Port Sûdan ji bo ji nû ve avakirin û xizmetên wê yên bingehîn baştir bike, hewldanek civakî ya mirovî da destpêkirin.