Li Belçîkayê ji bo bîranînê peykerê Jîna Emînî hat çêkirin

Bi hewldana Komîteya Jin Jiyan Azadî ya Belçîkayê, li Brukselê, ji bo bîranînê peykerê Jîna Emînî hat çêkirin.

Li Belçîkayê ji bo bîranînê peykerê Jîna Emînî hat çêkirin

Navenda Nûçeyan- Komîteya Jin Jiyan Azadî ya Belçîkayê, bi wesîleya salvegera qetilkirina Jîna Emînî li ser Cadeya Woluwe St-Pierre a paytext Brukselê peykerê Jîna Emînî çêkir.

Di merasima ku ji bo vekirina peyker hat lidarxistin de wiha hat gotin: “Em bi çêkirina peykerê jineke Kurd li taxa xwe rûmedar bûn lewre Jîna Emînî sembola serhildana Jin jiyan azadî ye.”

Di axaftinên li cihê merasimê de serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin. Di dawiya merasimê de balonên kesk, sor û zer hatin firandin.