Li Başûrê Kurdistanê Tundîtûjî ji sedî 21.7 zêde bûye

Li gorî daneyên rêveberiya pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî jin û malbatê ya herêma Başûrê Kurdistanê di sala 2021’aê de ji sedî 21.7 li gorî sala 2020’an şîdet zêde bûye, zêdeyî 12 hezar kes li xeta 119 geriyane.

Silêmanî - Rêveberiya pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî jin û malbatê ya herêma Başûrê Kurdistanê daneyên tundîtûjiya sala 2021’ê aşkere kirin. Li gorî daneyan di sala 2021’ê de 13 hezar û 584 tundîtûjî hatine tomarkirin, ji vana 24 kuştin, 26 xwekuştin, 86 şewitîn, 153 destdirêjiyên zayendî, 13 hezar û 259 gilî hatine tomarkirin.
Di sala 2020’an de 10 hezar û 625 bûyerên tundîtûjiyê hatibûn tomarkirin ji vana jî 25 kuştin, 38 xwekuştin, 67 şewitîn, 125 destdirêjiya zayendî, 10 hezar û 370 gilî hatine tomarkirin.
Li gorî daneyên du salan derket holê ku li gorî sala 2020’an rêjeya tundîtûjiya li hemberî jin û malbatê di sala 2021’ê de ji sedî 21.7 zêde bûye.