Başûrê Kurdistanê bi meşeleyan Newroz pêşwazîkir

Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi coşek mezin agirê Newrozê hat geşkirin.

Navenda Nûçeyan- Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cûda dest bi pirzokirina cejna Newrozê kirin. Duh li Duhok,Hewlêr,Qendîl û Helepçe bi meşa meşaleyi û govendan Newrzo hate pêşwazîkirin.

Duhok

Li Akreya nêzî Duhokê, ji bo pirozkirina Newrozek bi heybet, ciwanan meşek ya meşaleyi li darxistin. Ciwana di destê wan de meşale dora hermên girtin û berbi girê Top, Kelê û Kêla Kewvîn ketin rê û li giran agirê Newrozê pêxîstin.

Li Zaxoya girêdayî Duhokê çalakiyên cûr be cûr hatin li darxistin. Îsal bi deh hezaran kes li pira Delal ya dîrokî kom bûn bi çalakiyekê Newroz pîrozkirin.

Hewlêr

Li Hewlêr agirê Newrozê li parka Şanedar hat pêxistin. Bi sedan hemwelatî di pirozahiyê de hatin ba hev, hunermendên herêma Kurdistanê bi stranên xwe bejdarî pîrozbahiyan bû. Hemwelatiyan li ber stranan govend gerandin.

Qendil

Ciwana bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’li Qendîlê agirê Newrozê pêxistin. Ji çar parçeyên Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes ji bo pirozbahiya Newrozê bi cil û berghên xweyên Kurdî bere xwe dane Qendîlê. Ciwanan şeve din bi pêxistina agir dest bi pirozbahiya Newrozê kirin.

Halepçe

Rêveberiya Lawan a Helebce li gundê Celîle ya ser bi Helebce pîrozbahiya Newrozê hat li darxistin. Di şahiyê de gelek çalakiyên hunerî hatin lidarxistin.

Pîrozbahî  bi pêxistina agir destpêkir, piştre gel li ber sitranên hunermendan govend gerandin.

Qeladizê

Şeve din Qeladiza girêdayî îdareya Raperînê li Girê Husnî agirê Newrozê hat pêxistin. Di pîrozbahiya  Newrozê de koma mûzîkê ya Çirîkey Sine û koma mûzîkê ya Dawde bi sitranên xwe tevil bûn. Her wiha çalakiyên hunerî yên wek vedana kon, çêkirina xwarinên Kurdewarî, nîşandana karên dest û pêxistina 21 meşaleyan hatin lidarxistin.