Li Bakurê Kurdistanê coşa Newrozê didome: Dema azadî û serkeftinê ye

Li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, Sêrt, Cizîra Botan, Îdir û gelek navçeyên din, bi hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê berê xwe dan qadên ku bi rengê biharê hatibûn xemilandin, bi coş, stran û govendê agirê Newroza hat vêxistin.

Navenda Nûçeyan- Pîrozbahiyên Newrozê ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tên lidarxistin îro jî wê li gelek navendên Bakurê Kurdistanê berdewam bikin. Bi deh hezaran kes, bi çoşeke mezin tevî hewaya bi baran û sermayê bi cilên xwe yên neteweyî diherikin qadên Newrozê.

Mêrdîn/Qoser

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qosera Mêrdînê li Qada Otogarê tê lidarxistin. Bi hezaran kes beriya pîrozbahiyê li qada Newrozê kom bûn. Welatiyên ku li dora qada pîrozbahiyê ya bi bariyeran hatiye dorpêçkirin kom bûn, bi dirûşm û tilîliyan dikevin qadê. Tevlibûneke xurt a ciwanan ji bo pîrozbahiyê heye.

Welatiyên ku bi komî, bi nîşaneyên serkeftinê û dirûşma "Bijî Newroz" dikevin qadê, bi flamayên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ketin qadê rengîn dikin. Li noqteya lêgerîna ya polîsan ji bo rengên kesk, sor û zer destûr nehat dayîn û li ser îsrara gel, bi hezaran kes bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" meşê li dar xistin.

Pîrozbahiya Newroza li Qoserê bi coşeke mezin dest pê kir û hê jî bi hezaran kes diherikin qadê. Jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî rengîniyeke mezin dan qadê. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan jî tev li pîrozbahiyê bûn û girseyê li ber stranên Kurdî dest bi gerandina govendê kir. Li qada Newrozê pankarta "Rabe! Dema azadî û serkeftine ye" hat vekirin, girse dirûşman berz dike, govendê digerîne. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş û Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Ebrû Gunay di pîrozbahiyê de axivîn.

Piştî axaftinê jî hunermend wê derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin.

Mêrsîn/ Adenîz

Coşa Newroza Mêrsînê jî ji saetên zû yên serê sibehê ve dest pê kir. Navnîşana pîrozbahiyê, Qada Mitîngê ya Tirmilê ya li navçeya Akdenîzê bû. Bi hezaran kes ji saetên zû yên serê sibehê ve ber bi qadê ve diherikin. Gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" tê berzkirin û welatî piştî lêgerîna li du noqteyan dikevin qadê. Welatiyên ku bi cil û bergên neteweyî tevli bûn, dest bi gerandina govendê kirin. Coşa Newrozê her ku diçe zêdetir dibe û tevlibûna xurt a jin û ciwanan balê dikşîne.

Riha/Wêranşar

Li navçeya Wêranşara Rihayê bi hezaran welatî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" herikîn qada Newrozê. Pîrozbahî li qada Newrozê ya li Taxa Şirnakê hat lidarxistin û coşeke mezin heye. Bi hezaran kesî ji saet 10.30’ê ve dest bi ketina qadê kirin. Welatî bi cil û bergên neteweyû û bi flamayên kesk, sor û zer dikevin qadê. Li qadê ku bi hezaran kes kom bûne bernameyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Şirnex/Elkê

Li Elkê ya Şirnexê jî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Tevî ku barîna berfê ya du rojan li navendê û gundan dibare hatin û çûyînê asteng kir jî bi dehan welatî bi meşê hatin qada Newrozê. Jin, zilam û zarok bi cilên xwe yên herêmî tevli pîrozbahiya li quntarê Çiyayê Katoyê hat lidarxistin bûn. Gelê ku li ber avahiya DEM Partiyê meşale vêxist, heta Qada Demokrasiyê ya bi alên DEM Partiyê hatiye xemilandin meşiyan. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak, parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Nevroz Ûysal Aslan û Dayikên Aştiyê beşdar bûn.

Newroz bi gerandina govendê li ber erbaneyan berdewam dike.

Sêrt

Li Sêrtê li Qada Newrozê ya taxa Çakmakê pîrozbahiyan dest pê kir. Welatiyên ku di saetên serê sibê de ji navenda bajar û gundan hatin ber bi qada ku pîrozbahî lê hatin kirin ve herikîn. Welatî piştî ku ji noqteyên lêgerînê derbas bûn li ber stranên ji dikê dihatin lêxistin govend gerandin. Welatiyên ku cilên neteweyî li xwe kirin dirûşmên “Bê Serok jiyana nabe” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Ji 4 noqteyan ketina qadê berdewam dike.

Cizîr/Şirnex

Pîrozbahiya Newroza Cizîra Botan, di saetên zû de dest pê kir. Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiya Newrozê, kelecaneke mezin a xelkê Cizîrê heye. Xelkê navçeyê di saetên zû yên serê sibehê de berê xwe dan qadê.

Welatiyên ku gihîştin qadê, li ber noqteyên lêgerînê yên ji hêla polîsan ve hatine danîn hatin sekinandin. Welatî piştî ku bi saetan li wê derê hatin sekinandin piştre ketin qadê.

Polîsan destûr nedan ku fular û cil û bergên bi rengên kesk, sor û zer bikevin qadê. Her wiha destûr nedan ku gel bi kumikan jî bikeve qadê. Lewma bi sedan kes neçar man kumên xwe derxin û li derveyî qadê hiştin.

Gelemperiya welatiyan bi cil û bergên neteweyî tevli pîrozbahiyê bûn. Welatiyên ku ketin qada pîrozbahiyê, li ber dahol û zirneyan govend gerandin. 

Hê jî bi hezaran kes diherikin qada Newrozê û tê payîn ku hejmareke zêde tevli pîrozbahiyê bibe.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Ayşegul Dogan dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Piştî axaftinan jî dê Koma Sorjiyan, Hîvron û hunermendên herêmî derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin.

Erdîş/Wan

Li Erdîşa ku ji ber barîna berfê riyên gundên wê hatin girtin, bi hezaran kes ji bo Newrozê pîroz bikin diherikin qadê.

Li Erdîşê Newroz li qada Denîz Feneriyê tê pîrozkirin. Li navçeyê li gel barîna berfê ya ji duh bi şev ve gelek riyên wê hatin girtin jî; welatiyan tevî rewşên hewayê yên neyînî jî dest bi ketina qadê kirin. Girse li qada ku bi hezaran kes herikînê bi cih nebû û zêdebûna cil û bergên neteweyî, rengên kesk û sor û zer bal kişand ser xwe. Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û çepik hatin lêdan.

Namzeda Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Neslîhan Şedal, namzedên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Erdîşê Guler Temel û Baran Bîlîcî, parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevserokê DBP’a Bajêr Harûn Okay, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tevli bûn.

Pîrozbahî bi axaftin û guhdarkirina muzîkê berdewam dike.

Colemêrg/Gever

Li Gevera Colemêrgê tevî baranê jî bi hezaran kes diherikin qada pîrozbahiya Newrozê.

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Gevera Colemêrgê li Stadyuma Yenî Şehîrê tê lidarxistin. Bi hezaran kes tevî hewayê sar û baranê jî ber bi qadê ve diherikin. Gelempariya welatiyan cil û bergên neteweyî li xwe kirine.

Qada Newrozê bi alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), flamayên kesk, sor û zer hatiye xemilandin. Welatî di deriyekî de dikevin qada Newrozê û coşa pîrozbahiyê her ku diçe zêdetir dibe.

Îdir

Li Îdirê li taxa 14 Kasim a Qada Kiliçê ya navenda Îdirê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Di pîrozbahiya Newroza Îdirê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girseyê her dem dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir silav şandin ji girtîgehan re.

Qada Newrozê ku bi alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat xemilandin, gel bi flamayên kesk, sor û kes di qadê de cih girt. Her wiha jin, ciwan û zarokan bi cilên neteweyî qadê xemilandin. Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Yilmaz Hûn, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, namzedên hevşaredarên navçe û bajarokan û bi sedan kes tevli pîrozbahiyê bûn.

Beriya destpêkirina axaftinan girseyê bi coşeke mezin govend gerand. Piştî gerandina govendê deqeyek rêz hat girtin û dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Piştre axaftinan dest pê kir.

Tetwan

Gelê Tetwanê bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" beşdarî Newrozê bûn û agirê Newrozê pêxistin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li qada Fuara Newrozê ya Tetwanê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tûlay Hatimogullari pîrozbahî hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de ku Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên sendîkayan amade bûn, bi sedan kes li qadê kom bûn.

Jin, ciwan û zarok bi cil û bergên xwe yên gelerî ketin qada Newrozê. Ligel ku polîsan hewl dan ku kesên bi cil û bergên gelekî hatin asteng bikin jî girse bi isar ket qadê. Girseya ku li qada Newrozê kom bû bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Newroz bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Namzetên hevşaredariya DEM Partî ya Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr û Mumîn Erol axivîn û bal kişand ser girîngiya Newrozê û gotin dê di 31'ê Adarê de li Tetwanê bi ser kevin. Piştre Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari axivî û got: "Yên ku pirsgirêka Kurd bi hilbijartin bi bîr tînin, yên ku li Enqereyê tehemûla yek peyva Kurdî nakin û li Kurdistanê muzîka hilbijartinê bi kurdî bi kar tînin, bi taybetî partiya desthilatdar AKP û hevkarên wê yên Hizbulkontra, li pêy dengên Gelê Kurd digerin. Helbet Gelê Kurd jî bi vê yekê hişyar e. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêkek e ku hilbijartin bi hilbijartin were bibîranîn. Ev gel çil sal e berdêla vê yekê dide.

Di peyama Ocalan a girîng a Newroza 2013’yan de hevokek bi bîr tînim. Peyama Newrozê ya ku birêz Ocalan di sala 2013’yan de belav kir, hê jî derbasdar e. Divê pêwîstiyên peyamê bi cih bînin. Pêwîst e gel û baweriyên cuda yên li vî welatî dijîn li ser esasê mafên hemwelatîbûna wekhev bi hev re bijîn. Perwerdeya bi zimanê zikmakî civakê parçe nake, berovajî vê civakê xurt dike. Ji ber vê yekê pêwîste hemû gel bi taybetî jî Gelê Kurd xwedî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê be. Şert û mercên avakirina makezagoneke demokratîk esas in. Li vir em careke din dibêjin ku divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, di çalakiyên ku ji bo Birêz Ocalan hatine destpêkirin de dengê gel divê bê bihîstin.

Piştî axaftinan hunermend Kadîr Çat derket ser dikê. Newroz bi gerandina govendê hat pîrozkirin.