Li Şengalê li ser 4’ê Nîsanê semîner hat dayîn

Bi boneya 4’ê Nîsanê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Dilgeş a Serdeştê semîner hat dayîn.

Şengal – Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li Serdeşt a Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî semînerek hat dayîn.

Di semînerê de endama Koodînasyona TAJÊ Şemê Remo û Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Şengalê Qasim Şoreş axivîn û 4’ê Nîsanê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemû kesên ku li ber xwe didin pîroz kirin.

Şemê Remo di semînerê de bal kişand ser polîtîkayên qirêj ên li ser civaka Êzidî tên meşandin û wiha got: “Hêvî û daxwaza me ji civaka me ew e ku li hemberî hemû cureyên siyasetên qirêj ên li ser me tên meşandin şiyar be divê bizanibe em di nav siyaseteke çawa qirêj de ne, çawa birayên wan, hevalên wan, ruhê wan û canê wan ji ber sedema qirêjiya di nav me de, ji ber sîxurên ku ji nav me dertên dibin hedef, ev li Şengalê tişteke nexweş e. Divê ev siyaseta qirêj ji nav me derkeve. Divê malbat destpêkê ji xwe dest pê bikin, bizanibin zarokên wan çi dikin, bi kê re diaxivin û digerin. Ez hêvîdar im dê civaka me li hemberî van polîtîkayên qirêj ên dijmin şiyar bin. Her wiha dê serkeftin a me.”

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Şengalê Qasim Şoreş jî destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê rojeke bi wate, rûmet, şeref û namûsê ye, rojeke li hember koletiyê serîrakirin e û got ku ev roj jî roja rojbûna Serok Apo ye.

‘Em dest jê Rêber Apo û fikrên wî bernadin‘

Jinên Êzidî yêm ku tevli semînerê bûn jî têkildarî 4’ê Nîsanê ji ajansa me re axivîn.

Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Helîqî jî ev tişt anî ziman: “Ez 4’ê Nîsanê li hemû kesên ku fikrên Rêbertî bihîstine û li ser fikrên wî dimeşin pîroz dikim, li gerîlayan, li dayikan pîroz dikim. 4’ê Nîsanê rojeke xweş e, em çi jî ji bo Serokê xwe bikin kêm e û em ne poşman in. Em ê heta azadiya fizîkî ya Rêbertî li ber xwe bidin û dev ji wî û fikrên wî bernedin.”

Endama TAJÊ Neam Berekat jî 4’ê Nîsanê li her kesê pîroz kir û destnîşan kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan azad kiriye û li dijî tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê banga xurtkirina têkoşînê kir.