Li Antakyayê ji heman apartmanê 30 kes winda ne!

Li Antakyaya ku bûye bajarê cenazeyên winda, her roja diçe hejmara windayan zêdetir dibe. Osman Taşkin got ku xwişka wî Hasret Kiliç, hevjînê wê, keça wan a biçûk û di heman apartmanê de 30 kes hê jî winda ne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Hatay- Li Hataya ku ji erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş bû, zirara mezin dît, gelek navçeyên wî bi temamî rûxiyane. Li Defne, Antakya, Samandag, Kirikhan û  Îskenderûnê zirarên mezin çêbûn, bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Mirovên ku jiyana xwe ji dest dan li heman cihî hatin definkirin, gelek kesên ku nasnameya wan nehatiye tesbîtkirin û hatine definkirin jî hene. Li Antakyayê hê jî gelek apartmanên rûxiyayî li cihê xwe ne û bi dehan kesên winda hene. Li bajar gelek îlanên windayan hatine daliqandin û mirov ji wan hîn dibe ku carna kesek winda bûye, carna jî hemû ferdên malbatê.

Endamên malbata ku ji 3 kesan pêk dihat ne zindî ne jî mirî hatin dîtin

Yek ji malbatên ku piştî erdhejê tu agahî ji wan nayê girtin malbata Kiliç e. Hasret Kiliç Hevjînê wê Mustafa û keça wan a biçûk Asel ên li taxa Guzelburç a Antakyayê rûdiniştin, di erdheja 6’ê Sibatê de ji ber apartmana wan rûxiya di bin xirbeyan de man. Apartmana ku bi tevahî hilweşiya, destpêkê xizmên kesên tê de lêgerîn kirin, piştî çend rojan dema ku AFAD hat wan jî xebatên lêgerînê kirin lê ji apartmana ku 100 kes lê diman 30 kes winda ne, cenazeyên wan jî nehatiye dîtin û xirbeyên apartmanê hê jî nehatine rakirin. Têkildarî mijarê me bi kekê Hasret Kiliç Osman Taşkin re hevdîtin kir, wî diyar kir ku daxwaza wan tenê ew e ji kesên winda agahiyek bigrin.

‘Piştî erdhejê ji apartmanê bêhna gazê hat’

Osman Taşkin diyar kir ku di dema erdheja yekem de piştî ku apartman rûxiyaye, agir pê ketiye û wiha domand: “Mirovên ku dikaribûn xwe xilas kirin, gotin ku dema ji apartmanê derketine bêhna giran a gazê hatiye wan û dûre agir pê ketiye. Jixwe di roja yekemîn de me dest bi lêgerînê kir, ji wê apartmanê nêzî 70 kes derketin. Piştî çar rojan komên AFAD’ê  hatin lêgerîn kirin lê 30 kesên ku mabûn tu agahî me ji wan negirt. Em çûn me mînaka ji bo DNA’yê da cihên têkildar lê nêzî 50 rojan e tu agahî ji 30 kesan nayê girtin. Mixabin di gelek apartmanan de kesên winda hene. Em dixwazin sax an jî mirî ji xwişka xwe û malbata wê agahiyek bigrin.”

Li ser riya Reyhanliyê goristanek hat çêkirin

Ji bo kesên ku li bajar di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, li ser riya Reyhanliyê goristaneke sê beş hat avakirin û heta niha 7 hezar kes lê hatine definkirin. Di navbera gotistanên ku hejmar li ser wan hene de, gelek cenazeyên bêkes hene. Gelek kesên ku mînaka DNA’yê ji bo xizmên xwe yên winda dane piştî ku tesbît dibin cenazeyên xwe digrin.