Li Afrîqaya Başûr 8 jin rastî destdirêjiyê hatin
Polîsên Efrîqaya Başûr ragihandin ku çekdaran êrîşî tîmeke dema amadekariya alavan ji bo dest bi kişandina videoklîpê dikirin, kirin û 8 jin tecawiz kirin.

Navenda Nûçeyan – Polîsên Efrîqaya Başûr ragihandin ku çekdaran êrîşî tîmeke dema amadekariya alavan ji bo dest bi kişandina videoklîpê dikirin, kirin û 8 jin tecawiz kirin û cilên mêran jî ji wan kirin.
Wezîra Polîsê Afrîqaya Başûr Becky Seely piştrast kir ku sê ji 20 gumanbaran heta niha hatine girtin û wiha got: " Jinên ciwan ên rastî tecawizê hatin, temenê wan di navbera 18 û 35 salan de ne. Yek ji wan jinan ji aliyê deh mêran ve, ya din jî ji aliyê heşt mêran ve hatiye tecawizkirin. Hemû mêrên akîba kar jî rastî êrîşê hatin û hemû cilên wan ji wan kirin. Gumanbar biyanî ne, bi taybetî karkerên madenê yên neqanûnî ne."