Li Afganîstanê jinên nîqabên wan nîne negirtin nexweşxaneyê

Talîbanê ku her roj jiyanê ji bo jinan vediguherîne zîndanê, vê carê jî jinên nîqabên wan nîne negirt nexweşxaneyê. Gelek jinên ku di nav de pisporên tenduristiyê jî heye, ji deriyê nexweşxaneyê hatin vergerandin.

Navenda Nûçeyan – Jinên Afganî piştî ku Talîbanê sala borî dest danî rêveberiya welat li ber çavê hemû cîhanê rastî her cure îşkenceyê tên, ji mafên xwe tên bêpar hiştin û hewil tê dayîn li mala xwe bên heps kirin. Talîbanê vê carê jî ferz kir ku divê jin bê nîqab neyên girtina nexweşxaneyê. Gelek jin ji ber ku bê nîqab bûn ji ber deriyê nexweşxaneyê hatin vergerandin.

Di nava kesên hatine vergerandin de doktorên jin jî hene!

Jinên ku li Feyzabad a girêdayî eyaleta Bedaxşan a Afganîstanê bê nîqab hatin nexweşxaneyê ji aliyê Talîbanê ve hatin astengkirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku jin rastî li gorî qanûnên Îslamê cil li xwe dikin û tevî ku rûpoş li ber rûyê wan heye jî hatine astengkirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di nava kesên hatine vergerandin de zarokên keç û doktorên jin jî hene.

Tevî zarokê wê nexweş e jî negirtin nexweşxaneyê

Jina bi navê Nûriya ku zaroka wê ji ber nexweşiya tuberkuloz a giran rakiribûn nexweşxaneyê jî, tenê yek ji gelek jinên ku ji deriyê nexweşxaneyê hatine vegerandin e. Xwendekara pîrikî ya bi navê Nacî jî, tevî ku di beşa zayînê ya nexweşxaneyê de mêr tuneye jî, bû yek ji navên ku ji aliyê Talîbanê ve ketina nexweşxaneyê wê hat qedexekirin. Tevî vegot li nexweşxaneyê dixebite jî, gef lê xwarin ku dê wê ji beşa ku dixwînê bavêjin.