Li Afganîstanê 39 kes di encama lehiyê de jiyana xwe ji dest dan
Li Afganîstanê ji ber lehiya ku di 5’ê Tîrmehê de rabû 39 kes jiyana xwe jidest dan û 2 hezar û 900 xanî hilweşiyan.

Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Afganîstanê ji ber lehiya ku di 5'ê Tîrmehê de rabû 9 jê zarok 39 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 900 xanî jî hilweşiyane.
Ajansa Meteorolojiyê ya Afganîstanê hişyarî da ku hefteya bê li herêmên ku hê jî ji tesîra erdheja ku di 22'ê Hezîranê da li welêt pêk hatibû êşê dikşînin, dê baranên gur bibare.
Afganîstan di salên borî de tûşî hişkesaliyê bû, ku ji ber guherîna avhewayê ev yek jî girantir bû. Her wiha hewaya xirab pirsgirêkên xizaniyê yên ji şerên bi dehsalan derketine girantir kir.