Li Şerîaya Rojava 100 kes hatin girtin

Di rojên dawî de li Şerîaya Rojava, ji aliyê hêzên Îsraîlê ve operasyoneke girtinê ya berfireh pêkhat. Di encama operasyonê de zarok, jin û girtiyên berê jî di nav de zêdetirê 100 Filistîniyên ji deverên cuda hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Ev girtînên li Şerîaya Rojava, di çarçoveya zêdebûna bipergalî ya ku bi serdegirtinên dijwar de pêkhat. Evyek, bi binpêkirinên cidî yên mîna tundiya dijwar a qadê, wêrankirin û desteserkirina milkê re tê sûcdar kirin.

Di nava çar rojên dawî de, hêzên Îsraîlê ji deverên cûda yên Şerîaya Rojava zarok, jin û girtiyên berê jî di nav de zêdetirê 100 Filistînî hate girtin. Klûba Girtiyên Filistînî, operasyonan mîna "zêdebûna bipergalî" bi nav kir û diyar kir ku Îsraîl girtin û êrîşên zêde yên niştecihan, mîna hincetek bi kar tîne.

Binpêkirinên cidî û girtina sivîlan

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku operasyonên li qadê tundî û îşkence dihewîne û tevahiya civaka Filistînî hedef digre. Hate diyar kirin ku di nava binpêkirinan de lêdan, terora bipergalî, zirara li malbatan, wêrankirina mal û binesaziyê, desteserkirina wesayît û milkê, girtina rehîneyan û karanîna girtiyan a mîna mertalên mirovî cihdigrin.

Her wiha hate destnîşan kirin ku girtin ji bo berfirehkirina çalakiyên bicihbûnê mîna hincet tên bikar anîn û hêzên Îsraîlî van kampanyayan ji bo berfirehkirina bicihbûnan û tevlîkirina erdên din li Şerîaya Rojava pêk tînin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev girtinan parçeyeka a ji siyaseta demdirêj a Îsraîlê ne, ji destpêka şerê qirkirinê ya di Cotmeha 2023’an de sûc zêde bûne û li Şerîaya Rojava nêzî 22 hezar kes hatine girtin. Her wiha hate destnîşan kiri ku hêzên Îsraîlê polîtîkayên xwe yên girtinê yên bipergalî, rojane didomînin.