Li Şengalê jinên Êzidî û Ereb li dijî tecrîdê meşiyan

Jinên Şengalê yên Êzidî û Ereb bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li dijî tecrîdê meşiyan û gotin; “Azadiya fizîkî ya Rêber Apo azadiya tevahî jinên cîhanê ye.”

HÊVÎ EZDA

Şengal – Duh li Şengalê jinên Êzidî û Ereb bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin meşek li dar xistin. Jinên ji pêkhateyên Êzidî û Ereb ên Şengalê dan diyarkirin ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya tevahî jinên cîhanê û azadiya mirovahiyê ye.

Meşa jinên Şengalê ya li dijî tecrîda girankirî ji gundê Barê heya Geliyê Şîlo berdewam kir.

Di dawiya meşê de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Riham Hico  daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Riham Hico da diyarkirin ku weke jinên Êzidî û jinên Ereb wan xwe bi fikrên Rêber Abdulah Ocalan nas kirine û bi saya fikrên xwe riya azadî û tekoşînê dîtine.

“Li Girava Îmraliyê şerekî pir mezin tê meşandin”

Di berdewamiya daxuyaniyê de Rîham Hico wiha got: “Em tevahî hêzên ku hevkarî bi dewleta Tirk re dikin li ser gel û Rêber Apo polîtîkayên tunekirinê didin meşadin şermezar dikin. Li ser Rêber Apo tecrîdeke girankirî ku li tu devera cîhanê nîn e tê meşandin ev yek li dijî mafên mirovî û zagonên tevahî cîhanê ye. Îro li Girava Îmraliyê şerekî pir mezin neheqî û bêwijdaniyek pir mezin li hemberî Rêberê mirovahiyê tê meşandin. Nahêlin Rêber Apo bi malbata xwe re bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike her wiha li ser hev cezayê dîsîplînê li Rêber Apo dibirin. Lê Rêber Apo û gelê Kurd bi salan e îsbat kirine ku çi bê kirin bila bê kirin wê vîna azad û tekoşîna mafdar a ji bo azadiya gelan tu caran neyê çewisandin.

“Em soz didin”

Herî dawî Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Riham Hico got: “Em jî weke jinên Êzidî û pêkhateyên Şengalê dibêjin me xwe bi vî fikrî nas kir û rizgar kir me xwe perwerde kir û zana kir. Weke erkeke wijdanî, çi ji me bê xwestin em ê bikin weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê û weke tevahî jinên ku li ser vê xakê dijîn, em dibêjin heya ku Rêber Apo weke fizîkî rizgar nebe, heya em mafên xwe nestînin û heya em dijminên civaka Êzidî têk nebin em ê ranewestin em ê tekoşîna xwe gur bikin em vê sozê didin rêberê xwe û tevahî şehîdên xwe.”

“Rêber Ocalan ne li gel me bû lê wî em rizgar kirin”

Çalakvana bi navê Emşê Korkorkî armanca çalakiyê wiha vegot: “Em îro ji bo serokê xwe dimeşin em ji bo wî daxwaz û hêviya azadiyê dikin. Rêber Ocalan weke fizîkî ne li gel me bû lê ji me civaka Êzidî re kedeke pir mezin da. Rêberê me bi keda xwe kir ku em riya rast bibînin û îro daxwaza azadiyê bikin. Em weke dayikên Şengalê silavên xwe ji Şengalê heya Girava îmraliyê ji Rêberê xwe re dişînin û em dibêjin heya em azadiyê bi dest nexin em ê kar û xebata xwe bidomînin.”

“Rêber Ocalan mifteya azadiya tevahî gelan e”

Filuz Şengalî jî got ku ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan  ew dimeşin û wiha domand: “Rêber Apo ji bo me kedeke pir mezin da bi saya wî weke jinên Êzidî em bi xîret bûne, em neheqî û koletiyê tu caran napejirînin.”

Filuz Şengalî di dawiya gotinên xwe de da diyar kir ku sedema girankirina tecrîdê, ew e ku  dixwazin dengê Rêber Ocalan negihîje gel, ji ber ku dizanin Rêber Ocalan mifteya azadiya tevahî gelan e.”