Li Şengalê bi armanca bilindkirina tekoşîna azadiyê rêze çalakî tên li dar xistin
Bi pêşengtiya Tevgera Azadîya Jinên Êzîdî (TAJÊ) li Şengal û gundewarên wê der barê jiyan, fikir û ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rêza semîneran tên dayîn.

Şengal - Jiyana jinên Êzîdî bi naskirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate guhartin. Jinên Êzidî ku derketina ji malê ji wê re qedexe bû, niha li hemberî hemû hêzên dagirkerî serî radikin. Jinên Şengalê piştî fermana 3’ê Tebaxê 2014’an gavên pir mezin avêtin. Di hemû qadên jiyanê de muhrên xwe lê dane. Îro jî jinên Êzidî ji bo bikaribin kar û xebatên xwe berfireh bikin û xurtir bikin bi awayekî bê navber perwerde ji xwe re esas digrin.
Jinên Êzidî ji bo naskirina fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku xûrtir biherikin qadên xebat û Şengalê bigihînin xweseriya wê xwe pêşdixin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bi armanca bilindkirina têkoşîna azadiyê, xurtkirina hêza jinan a li ser bingehê azadiyê der barê jiyan û ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan de rêze semîneran li dar dixe.
Li gundê Guhbel, Sinûnê û Xanasorê bi tevlibûna bi dehan dayîk û endamên TAJÊ’ê ve ev semîneran hatin dayîn. Di semîneran de bal hate kişandin li ser tekoşîn û berxwedaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan. Her wiha bi giştî rewşa jina Êzidî ku çawa bû û ji bo civaka xwe biparêze pêwîstî bi çi heye û gelek xalên din jî hate nîqaş kirin.
Piştî semîneran jî der barê jiyana û tekoşîna azadiya gelan ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sinevizyon hate temaşe kirin.
Tê payîn ku îro jî TAJÊ’ê li navenda bajarê Şengalê heman semîner organîze kiriye.