Li Şehbayê bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava panelek hat lidarxistin

Navenda Lêkolînê ya Jineolojî ya Efrîn û Şehbayê bi boneya salvegera 10'emîn a şoreşa 19'ê Tîrmehê panelek li dar xist.

Şehba - Navenda lêkolînê ya jineolojî ya Efrîn û Şehbayê bi dirûşma “Bi hêza 19'ê Tîrmehê em ê agirê şoreşa jinan bilind bikin çand, ziman û hebûna xwe biparêzin” bi boneya 10’emîn salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê panelek li dar xist. Di panelê de hemû endamên sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser amade bûn. Panel li navenda çand û hunerê ya navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê hat lidarxistin. Panelê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.

“Bi riya Şoreşa Rojava zimanê dayikê hat parastin”

Panel li ser sê mijaran bû, xala yekem der barê şoreşa ziman de ji aliyê endama navenda Jineolojî Xelat Iliyes ve hat xwendin. Xelat Iliyes di xala yekem de bal kişand ser girîngiya parastina zimanê dayikê û çawaniya parastina wê ji destpêka derketina Şoreşa Rojava ve û got: “Di heman demê de Şoreşa Rojava bû deriyê parastina hemû zimanên ku di Sûriyeyê de û neteweya demokratîk de bi vê yekê pêk anî. Di van deh salan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek zanîngeh, pirtûkxane û dibistan bi zimanê Kurdî hatin vekirin. ”

“Şoreşa Rojava gelek destkeftiyên çandî bi dest xist”

Xala duyem a panelê ji aliyê endama komîteya perwerdeya civaka demokratîk KPC’ê Zaxocan Hisên ve der barê Parastina Şoreşa Çandê de hat xwendin. Di vê bendê de Zaxocan Hisên bal kişand ser çanda gelan û girîngiya hebûna wan di nav civakê de û got: “Ji ber ku her civakek bi çand û hunera xwe tê nasîn lewre divê em çanda xwe ji qirkirin û pişaftinê biparêzin. Civaka ku xwedî çand û hebûn e tu carî nayê şikandin. Civaka Kurdan jî bi şoreşê dikaribû xwedî li çanda xwe derkeve, gelek berhemên çandî bi dest xistin û li cîhanê belav kirin. Her wiha Şoreşa Rojava çanda neteweyên cuda jî di nav xwe de hewand û xwedî li wan derket. Di şoreşê de ji aliyê çandî ve avakirina saziyên çand û hunerê û aktîfkirina hemû beşên wê, bi pêş ket ev bi xwe gavên serkeftî ne û di dîrokê de şopa xwe hiştin.”

“Jin bûn semolên azadî û berxwedanê”

Endama Hêza Parastina Civakê ya Jin Emel Bîlal jî xala dawî ji beşdarvanan re xwend û tê behsa parastina şoreşê kir. Emel Bîlal da zanîn ku Şoreşa Rojava di deh salên xwe yên borî de gelek destkeftiyên xwedî nirx bi dest xist û got: “Jinan bi riya vê şoreşê dengê xwe li cîhanê vedan û bûn sembolên azadî û berxwedanê ji jinên cîhanê re. Bi saya fikrên projeya Neteweya Demokratîk ku Rêber Apo ji jinan re pêşkêş kiriye, jinan zincîra koletiyê qetand û ber bi azadiyê ve çûn. Di warê leşkerî de jinan hêzên xwe ava kirin û parastina xwe kirin. ”

Piştî xwendina xalan ji aliyê mêvanên amade ve pêşniyar û nêrîn hatin dayîn diyarkirin. Di dawiyê de panel bi xwendina encamnameya nîqaşan bi dawî bû.