Li Îzmîrê zarokek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Torbaliya Îzmîrê zarokê bi navê Samî Atay bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

Li Îzmîrê zarokek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan – Li Taxa Murat Bey a navçeya Torbalî ya Îzmîrê Samî Atay ê 17 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

 Xwendekarê dibistana amadeyî Samî Atay ê ku hat îdiakirin ku ji qata 5’emîn a pencereya malê, xwe avêtiye piştî ku kesên derdor agahî dan ekîbên tenduristiyê, wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliyê. Atay ê ku tevî midaxeleyên xebatkarên tenduristiyê nehat rizgarkirin jiyana xwe ji dest da.