Li Îsraîlê 730 akademîsyen piştgirî dan Xezayê

Li Îsraîlê 730 akademîsyen piştgirî dan kampanyaya îmzayê ya ji bo tedbîrên lezgîn ên li dijî birçîbûna li Xezayê tê jiyîn.

Navenda Nûçeyan – Li Îsraîlê ji bo li dijî birçîbûna li Xezayê tedbîrên lezgîn bên girtin, kampanyayek îmzeyan hat destpêkirin. Li gorî nûçeya rojnameya Haaretzê, ji Îsraîlê 730 akademîsyen piştgirî dan kampanyayê.

Akademîsyenan, bang li hikûmeta Îsraîlê kirin beriya ku karesata mirovî ya li Xezayê ji kontrolê derkeve û bibe sedema mirinên girseyî û biguhere lekeyek nayê jêbirin li dijî birçîbûnê tedbîrên lezgîn bigre. Di banga hate kirin de, hate diyar kirin ku divê girtiyên li Xezayê tên ragirtin jî bên berdan.

Di nav kesên piştgirî didin kampanyaya îmzeyan de rektorê Zanîngeha Tel Avîvê Prof. Dr. Ariel Porat û Serokê Akademiya Zanîstên Beşerî ya Îsraîlê Prof. Dr. David Harel jî cih digre.