Li Îranê zextên ji bo sepandina rêzikên hîcaba mecbûrî zêde dibin

Sîstema dadweriyê helwesta xwe ya derbarê hîcaba mecbûrî de tundtir dike. Ev gav di demekê de tên avêtin ku piştî tevgera şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" û xwepêşandanên berfireh ên li dijî hicaba mecbûrî, berxwedan hîn jî berdewam e.

Navenda Nûçeyan- Dezgeha Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku li dijî tiştên ku ew wek ‘binpêkirina norman’ û ‘lixwenekirina hîcabê’ bi nav dike, tedbîrên tund dane destpêkirin. Ev gav di hefteyên dawî de piştî bangên gelek rayedar û kesayetên nêzî pergala desthilatdar, ji serokê Dezgeha Dadweriyê û sernivîserê rojnameya ‘Keyhan’ bigre heta hin melayên nimêja înê, ji bo sepandina hişktir a pîvanên hîcabê hat. Her wiha, daxuyaniyên rayedarên din ên hikûmetê yên derbarê sepandina van pîvanan de, nakokiyên derbarê rêbaz û dema van çalakiyên sepandinê yên di nav pergala hikûmetê de, eşkere dikin.

Hewl didin biryarê bikin meriyetê

Duh Berdevkê Dadweriyê Seyîd Elî Kazemî ragihand ku ‘lixwenekirina hîcabê’ li gorî Yasaya Ceza ya Îslamî sûc e. Kazemî diyar kir ku di rewşên ku sûc ‘bi eşkere’ tê kirin de, divê hêzên ewlehiyê di çarçoveya yasayê de tevbigerin û kesan bişînin cem rayedarên dadweriyê. Her wiha ragihand ku ‘tedbîrên taybet’ ên ku binpêkirinên îdiakirî yên norman û tevgerên rêxistinkirî yên gumanbar hedef digrin, dane destpêkirin. Li gorî Kazemî, Serokê Dadweriyê ferman daye ku pirsgirêka hîcabê bi biryardarî bi rêya dozgeriyên li seranserê welat bê şopandin. Serdozgerê Giştî di nivîsên bi saziyên wek Wezareta Karên Navxweyî re de, bal kişand ser pêwîstiya bicihanîna erkên yasayî yên li ser vê mijarê.

Fermana şopandinê da

Ev helwest piştî banga Serokê Dadweriyê Gulam Huseyîn Muhsînî-Ejeyî ya di civîna Konseya Bilind a Dadweriyê ya di 27ê Îlonê de, tê. Gulam Huseyîn ji bo tedbîrên biryardar li dijî tiştê ku wek ‘sistbûna exlaqî’ û ‘tazîbûnê’ bi nav kir, ev bang kir. Ejeyî diyar kir ku ‘bidawîkirina vê rewşê’ pir girîng e û ferman da Serdozgerê Giştî ku vê mijarê bişopîne. Her wiha îdia kir ku Serok Mesûd Pezeşkiyan û Serokê Parlamentoyê piştgirî dane van tedbîrên hişk û ji rayedarên dadwerî xwest ku ji ‘alozî’ ya ku tê afirandin bandor nebin.

Xîtabî serokên her sê şaxên hikûmetê kir

Di heman demê de, sernivîskarê rojnameya ‘Kayhan’ û nûnerê Rêberê Bilind Huseyîn Şerîetmedarî, di nivîsek ku nivîsandî de xîtabî serokên her sê şaxên hikûmetê kir. Huseyîn Şerîetmedarî têkçûna li dijî jinên ku qaîdeya hîcaba bi zorî pêk naynin wek ‘teslîmbûn’ û heta ‘hevkariya neqestî û bêhemdî ya bi dijmin re’ bi nav kir. Sernivîskar di nivîsa xwe de got ku pratîka hîcaba bi zorê ku wek ‘ferzek olî û yasayî’ dibîne, divê ji ber şert û mercên şer neyê rawestandin. Sernivîskar bang li serokên şaxan kir ku li dijî tiştê ku wekî ‘rakirina hîcabê’ û ‘êrîşên li ser exlaqê giştî’ bi nav kir, tedbîran bigirin.

Daxuyaniyên mijara gotinê wek bersivek ji bo nîqaşeke berê ya di navbera hin berpirsên Komara Îslamî de li ser şert û mercên pêkanîna siyaseta hîcaba bi zorê bû. Di 8’ê Îlonê de, endamê Encumena Tesbîtkirina Berjewendiyê Gulam Ali Haddad Adil, diyar kir ku ji ber ‘şert û mercên şer’, hikûmet niha nikare wek pêdivî bi ‘eniya hîcabê’ re mijûl bibe. Heddad-Adil her wiha destnîşan kir ku Encumena Bilind a Şoreşa Çandî di salên berê de biryarên têrker li ser vê mijarê dabû û ji ber vê ne hewce bû ku biryarên nû bên amadekirin. Di heman demê de, Cîgirê Serokkomarê Îranê yê ji bo Karûbarên Yasayî Mecîd Ensarî, berê diyar kiribû ku nirxandinên hikûmetê yên li ser yasaya bi navê ‘Paqijî û Serpêhatî’ ‘kêmasiyên cidî’ eşkere kirine û her wiha gotiye ku gelek bendên wê nayên bicîhanîn û pêkanîna wê dikare ewlehiya kar û ahenga civakî bike xeterê. Ev helwest, ligel biryara berê ya nepejirandina fermî ya yasayê, gumanan li ser pêkanîna wê ya temamî derxist holê.

Hikûmet mecbûr e yasayê bicîh bîne

Ji aliyê parlamentoyê ve, Serokê Parlamentoyê Mihemed Baxer Xalîbaf berê gotibû ku ew ji derxistina yasaya ‘Paqijî û Sergirtinê’, piştî fermanek nivîskî ya Sekreteriya Giştî ya Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ku daxwaz dikir ku yasa neyê sepandin, dûr ketibûn.

Li aliyê din, bangên ji bo bicîhanîna hişk a sazûmaniyên hîcaba bi zorê, ne tenê bi rayedarên payebilind ve sînordar bûn. Di 1’ê Cotmehê de, Melayê Nimêja Înê yê Bocnûrdê Morteza Mûsavî Jacermî, diyar kir ku hikûmet mecbûr e ku yasayê bicîh bîne û bi vî rengî civakê ji tiştê ku wek ‘qirêjî’ bi nav kir paqij bike. Her wiha di 4’ê Cotmehê de, Waliyê Yezdê destpêkirina hewldana çandî û civakî yên ‘li ser bingeha taxê’ yên têkildarî hîcabê li seranserê parêzgehê ragihand.

Bi gelemperî, daxuyaniyên dawî nîşan didin ku pirsgirêka hîcaba bi zorê ji qada şîreta çandî vegeriyaye qada destwerdana dadwerî û sepandina yasayî. Dezgehên dadwerî behsa fermanên ji bo dozgeran li seranserê welat û ‘tedbîrên taybet’ yên ku li dijî binpêkirinên qaîdeyên potansiyel ‘rêxistinkirî’ bên girtin, kirine. Di heman demê de hin kesayetên siyasî yên alîgirê hikûmetê û dezgehên medyayê ji bo sepandina hişktir a rêziknameyan pêşniyar dikin. Berovajî vê, daxuyaniyên berê yên rayedarên wekî Haddad-Adil û cîgirê Serokkomar ji bo karûbarên hiqûqî, guman û nerazîbûnên di nav pergala hikûmetê de, bi kêmanî di hin demên diyarkirî de di derbarê gengazbûn û encamên potansiyel ên vê siyasetê de eşkere dikin.