Li Îranê jinek ciwan hat qetilkirin
Li gundê Dehnaviyê Zerrindeşta eyaleta Fars a Îranê jinek ciwan a 20 salî ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Li gundê Dehnaviyê Zerrindeşta eyaleta Fars a Îranê jinek ciwan a 20 salî piştî hevberdanê ji aliyê bavê xwe ve bi êşkencê hat qetilkirin. Piştî bûyerê di derbarê failê hat binçavkirin de biriyara girtinê hat dayîn û kujer hat girtin.