Li Îranê ji profesoran daxuyaniya piştgiriya xwendevanan

Profesorên zanîngehan bi daxuyaniyekê piştgiriya serhildanên xwendevanan kirin daxwazkirin ku hemû xalên binpêkirinên mafê xwendevanan werin rakirin û girtî bê şert û merc werin berdan.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên gel yên li Îranê di meha xwe ya dûem de di zanîngehên cûda pirotesto û çalakiyên runîştinê dom dike. Rejîma Îranê bi hemû zext û êrîşên xwe nekarîn dengê xwendevanan qut bikin. Li navenda perwerdeya girêdayî wezaretên zanîst, lêkolîn û teknolojî, tendirûstî, dermankirin û perwerdeya bijîjkî, hêjmarek zêde ya girtina xwendevanan, rawestandina xwendinê, yasaxa ketina zanîngeh û cihên lê manê, sezayên weke rehîngirtin hate dayîn. Cardin hêzên emnî bi hevkariya rayedaran gef li malbatên xwendevanan xwarin.

Ji 600 profesoran daxuyanî

Li Îranê nêzî 600 profesorên zanîngehan û enstituya lêkolînê bi imzakirina daxuyaniyekê daxwaza rakirina hemû xalên binpêkirina mafên medenî yên li dijî xwendevanan û dexwaza bê şert û merc berdana xwendevanên girtî kirin. Yên ku daxuyanî imza kirine daxwaz kirin ku dawî li cemidandina xwendinê were iptalkirin, qedexekirina ketina xwendevanan ya zanîngeh û cihê lêmanê, bang li komiteya dispilinê kir ku dawî li gefên li xwendevan û malbatên wan tên kirin bînin. Di heman demê de profesorên zanîngehan diyarkirin ku dema ku daxwazên wan neyê bi cih anîn wê ew jî bejdarî çalakiyên xwendevanan yên ji bo mafê wan bibin.

Gel daketin qadan

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê serhildanên gel berdewam dike, li Tahran û Esfehanê li gel li beramberî êrîşên hêzên rejîma Îranê yekitiya xwe ya ji bo gelê  Kurdistan û Sistan û Belucistanê re dyarkir û daketin qadan. Li gora hiek nûçe û dimenan, li Rojhilatê Tahranê li taxa Haft Hod gel dest bi çalakiyan kiriye û dirûşmên li dijî rejîmê di avêjin û banga yekitiya çalakiyan dikin. Xwepêşandanên taxa Haft Hod dirûşmên ‘Hamaney wê bikev’ diavêjin.

‘Ji diktatorê re mirin’

Li rojhilatê Tahranê li herêma Tahranpars xwepêşander dirûşmên ‘Ji diktatorê re mirin’ û ‘Ji hamaney re mirin’ di avêjin. Li Rojavayê Tahran gelê li Saikiye li dijî rejîma Îranê dest bi çalakiyên nerazîbûnê kirin û dirûşmên ‘Ji diktatorê re mirin’ avêtin.

Dengê guleyan hat bihistin

Di dimenan de jî diyar dibe ku li navenda Esfehanê li herêma Chahar Bagh li dijî xwepêşanderan bîberên gazê hate bikaranîn. Li Merîwan û Sinah çalakî berdewam dikin, di nûçe û dimenan de jî diyar bû ku li taxên Merîwanê di navbera hêzên rejîma Îran û gel de alozî derketin û di bajar de dengê guleyan hate bihîstin.

Xwendevanek hate qetilkirin

Di 6’ê Mijdarê de cenazeyê xwendevan Nesrin Qadrî serê sibeheê dibin zextên hêzên rejîmê de hate veşartin piştî wê ev hemû xwepêşandan hatin li darxistin. Beriya dû rojan di 4’ê Mijdarê se Nesrîn Qadrî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi êrîşê jopê jiyana xwe ji dest dabû , di wêneyan de jî diyardibe li meriwanê kepeng li firoşegehan hatiye xistin û hemû bejdarî çalakiyan bûne. Li  kêleka wê hêzên rejîmê di şeva Yekşemê de gule li malên gelê Merîwanê barandine. Di heman demê de gelê ku daketine meydanan di kolanan de agir pêxistin. Li Saqizê hêzên rejîmê di ketina bajar da erebeyên gel kontrol kirin.

Banga berdanê

Di roje yekşemê de çalakiyên rûniştinê û kombûna xwendevanan berdewam kir. xwendevanên zanîngeha Endustri ya Urmiye dirûşmên berdana xwendevanan avêtin.

Li Başûr û Rojhilatê Îranê li bajarê Zaedan xwendevanên dibîstanan dirûşmên ‘JI diktatorê re mirin’ avêtin.

Îraniyên li bajarê Montreal yê Kanada dûh çalakî li darxistin û peyama pştgiriyê dan serhildana gelê Îranê.