Li Îranê der heqê çar jinên Behayî de binpêkirina mafan didome
Komeleya Cîhanî ya Behayî bi daxuyaniyekê ragihand ku çar jinên Behayî rûbirûyî binpêkirinên mafên mirovan tên û ji alîkarî û lênêrîna bijîşkî bêpar mane.
Navenda Nûçeyan – Derbarê rewşa jinên Behayî yên girtî de Komeleya Cîhanî ya Behayî daxuyaniyek weşand.Li gorî daxuyaniya ku hatiye weşandin jina Behayî ya bi navê Bûşra Mustefewî ku bi eslê xwe nişteciha bajarê Refsencan a Îranê ye, çar meh in di girtîgeha Kirmanê de ye. Bûşra ducanî ye û tevahî daxwazên wê yên ji bo girtina destûra bijîşkî hatine redkirin.
‘Ji ber ku Behayî ye li welatekî Îslamî tê cezakirin’
Li gorî daxuyaniya Komeleyê dadwer di dema dadgehkirinê de bi aşkereyî jê re ragihandiye ku ew ji ber ku bi eslê xwe Behayî ye li welatekî îslamî tê cezakirin.
‘Şekîla Qasimî 100 roj in binçavkiriye’
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirn ku jina bi navê Şekîla Qasimî ya ku temenê wê 26 sal in zêdetirî 100 roj in hatiye binçavkirin û ji bo 10 hefteyan di hucreya takekesî de hatiye ragirtin.
Li aliyê din, Peywend Neîmî werzîşvana melevaniyê ye, piştî ku ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatiye binçavkirin, rûbirûyî birçîkirin û êşkenceyê hatiye û Borna Neîmî jî bi şoka elektrîkê hatiye êşkencekirin.
400 dozên binpêkirina mafên mirovan hatine belgekirin
Di dawiya daxiyaniyê de hat tekez kirin ku ji dawiya sala borî û vir ve, zêdetirî 80 hemwelatiyên Behayî ji bo lêpirsînê hatine vexwendin û 400 dozên binpêkirina mafên mirovan mîna desteserkirina milkên Behayiyan hatine belgekirin.