Li Îranê 10 zarok dê bi sucdarkirina ‘şer’ werin darizandin

Wê 10 ciwanên temenê wan di bin 18 salî de ji aliyê daraza Îranê ve bi tohmetên cûda bi taybetî ‘destpêkirina şer’ re rû bi rû ne û wê li ser van xalan dê bêne darizandin.

Navenda Nûçeyan- Terora daraza Îranê bê ku bêje çalakvan e, xwepêşander û zarok e didome. Di serhildanên ku di 16’ê Îlonê de destpê kirin heta niha bi dehan zarok qetilkirin û gelek zarok jî hatin girtin. Li gora zanyarên ku hatine bi destxistin hat zanîn ku 10 ciwanên temenê wan di bin 18 salî de dê bi sucdariya ‘şer’ derbikevin pêşberî daraza Îranê. Doza wan zarokên di bin 18 salî de li dadgeha Îslamê ya Inkilap ya li paytexata eyaleta Elborz Karaj berdewam dike. Hat zanîn ku parêzerên ji bo wan hatine, nayên qebulkirin.

Hat destnîşankirin darizandina zarokên ji sucdarkirina şer û heta madeyên giran yên weke gendeliyan û heta bi cezayê darvekirinê re rû bi rû dimînîn. Îranî ji ber vê mijarê gihandin medyaya dîjîtal, nîgeraniya xwe parve dikin ku gelek çalakvanên mafên zarokan di girtîgehan de girtî ne û dê zarok bi darvekirinê re rû bi rû bimînin.

Zarok rastî xetereya dervekirinê tên

Çalakvana mafê mirovan Shiva Nazarahari di tora xwe ya dîjîtal de ev parvekirin kir û got: “Zarok di bin riska dervekirinê dene û çalakvanên mafê zarokan jî di girtîgehê de ne.” 

Endama hindekariya zanîngeha Tahranê û huqunas Mohsen Berhani di malpera xwe ya tora dîjîtal Twitterê de ev parvekirin kir û wiha got: “Sînorên binpêkirina qanunê hertim tê guhertin, bal kişand li ser ew parêzerên ku di xwazin dozên zarokan bigrin nayên tayinkirin û destnîşan kir ku zarok bi sucên gelek giran yên weke derxistina şer û gendeliyan tên darazandin.