Li Îran û Rojhilat mamoste çalakiya rûniştinê pêk anîn

Mamosteyên ku li Îranê qetilkirin û girtina xwendevanan ya aliyê rejîma Îranê ve şermezar kirin, tevlî dersê nebûn û çalakiya rûniştinê dan dest pê kirin. Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî çalakî didomîn.

Navenda Nûçeyan – Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya 22 salî li Îranê dest pê kirin berdewam dike, hêzên rejîma Îranê ji xwepêşandanên nerazîbûnê ya gel re tundî mudaxale dikin. Gelên ku li Îran û Rojhilatê daketin kolanan, qetilkirin û girtina xwendekaran şermezar kirin. Bajarên Merîwan, Sinê, Kamyaran, Bane, Seqiz, Ciwanro, Kirmaşan, Hemedan, Mehabad, Tahran, Bandar Enzelî, Lahîjan, Neishabor, Mianderod û Şîrazê xwedevanan duh jî neçûn dibistanê.

Veguherandina dibistanan ya ji garnîzonan re bertek hat nîşan dan

Lijneya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyan jî hefteya derbas bûyî bang li hemû mamosteyan kirin ku tevlî grevê bibin. Di bangê de hat xwestin ku mamosteyan biçin dibistanên xwe, lê tevlî dersan nebin. Ji malbatan jî hat xwestin ku 2 rojan zarokên xwe neşînin dibistanê. Mamosteyên ku guh dan banga hat kirin, çûn dibistanê lê tevlî dersan nebûn. Duh mamostayan bi xwendekaran re çalakiya rûniştinê li dar xistin û êrîşên hêzên rejîmê şermezar kirin. Mamosteyên ku diyar kirin dibistanan ji aliyê hêzên rejîmê ve ji garzînoyan re hatine veguherandin, di çalakiya rûniştiyê ya pêk anîn, pankartên bi nivîsên "Divê mamosteyên hatine girtîn bên berdan", "Dibistan ne baregeh e", "Li girtîgehê ji mamosteyan re cih nîne" û "Li girtîgehê ji xwendevanan re cih nîne” hatin hilgirtin.

Ji xwendevanan dirûşmeyên "azadî"

Ji derveyî mamosteyan xwendevanan jî li gelek bajarên Îranê çalakî pêkanîn. Di çalakiyan de gelek caran dirûşmên "azadî" hat berz kirin. Gel zextên hêzên rejîmê ya li ser jinan û qanûnên destlihatdariyê şermezar kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, xwendevanan li Sinê, Mehabad, Merîwanê û gelek bajaran çalakî li dar xistin. Di nava agahiyan de cih digre ku li bajarê Sinê hezên rejîme ji gel re guleyên rast reşandiye.