Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildan didome

Serhildanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi xwepêşandanên şev berdewam dike, li Sine di encama êrîşa gaza kimyasalê de gelek xwendekar bi jehrê ketin.

Navenda Nûçeyan- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya jinan ku bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ serhildana gel ev 6 mehe dom dike, şeve din jî li gelek bajaran çalakî hatin li darxistin.

Li bajarê Sine û Kamyara de ciwanên Kurd şeve din daketin qadan û helwesta xwe ya li dijî desthilatê bi dirûşmeyan anîn ziman. Di çalakiyê de li rêya Sine-Kirmanşan demek dirêj li tirafîkê  hat girtin.

Li gelek herêmên Tahranê di xwepêşandanên ku hatin li darxistin de êrîşên bi jehrîkirina xwendekaran hatin protesto kirin. Cardin li bajarê Meşhed jinên ku meş li darxistin û ciwanan hikumeta Îranê protesto kirin.

Jehrîkirin berdewam dike

Ji meha Kanunê heta niha li Îran û Rojhiltê Kurdistanê li dijî xwendekarên keç li dibîstanan êrîşên bi jehrkirina gazê tên pêkanîn. Duh li bajarokê Kani Surî yê girêdayî Sine, komek xwendekar di encama bi jehrêketina gazê de rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku li bajarê Mahşehîr li dû dibîstanan êrîşên gaza bi jehr hatiye pêkanîn.