Li Îran û Rojhilat 450 kes hatin qetilkirin

Li gor agahiyên ku me ji rapora mafê mirovan ya Îranê bidest xistin, ji destpêka serhildanên ku di 16’ê Îlonê de destpê kirin de 63 jê zarok bi giştî 450 hemwelatî ji aliyê laşker û polîsên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li paytexta Îranê Tahranê jina Kurd ya xelkê Saqizê Jina Emînî  ji aliyê pollîsên exlaqê ve bi hêceta ku porê wê xuya dike rastî îşkenceyê hat û rakirin nexweşxaneyê û di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Demek kurt beriya qetilkirina Jîna Emînî, Şiler Resul ji aliyê sîxorek yê rejîma Îranê ve rastî êrîşa tecawizê hat û bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. Qetilkirina Jina Emînî bû sedema hêrsa gel a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê. Bersiva rejîmê ji xwepêşandanên ku li bajarên Îranê û Rojîhilatê derketin, terora girtin û komkujî bû.

Li gor statîstikên ku me ji qad û rêxistinên mafê mirovan ya Îranê bidest xistine ji 16’ê Îlonê heta niha li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 450 hemwelatî hatine qetilkirin ji wan 63 jê zarokên di bin 18 salî de ne. 

Di çalakyên girseyî de ji deh hezaran zêdetir hemwelatî hatin binçavkirin, 18 hezar û 173 kes jî hatin girtin. Ji hemwelatiyê hatine girtin tenê nasnameyên 3 hezar û 332 kesan hatine eşkerekirin. Rejîma Îranê hîna jî bi awayek qanûnî xeber nedane malbatan û terora revandinê berdewam dike.

Bi giştî 156 navçe û bajarên Îran û Rojhilat beşdarî serhildanê bûn. Li bajarên Rojhilat çalakiya greva giştî bi rojan e didome.

143 zanîngeh bi boykot, grev, giştîkirina kantînan û rawestandina perwerdeya fermî bi awayekî aktîf beşdarî xwepêşandanan bûn. Li gor daneyên ku hatin bidestxistin 566 xwendekarên zanîngehê hatin girtin. Her wiha hejmareke mezin ji xebatkarên zanîngehê, mamoste û doktor jî hatin girtin.