Li Îngilterêye sepana "gihana bi ewle" ya ji bo jinan di rojevê de ye

Li Îngilterê, pêşniyara şirketa telekomunîkasyonê BT a ji bo pêşxistina pergalek ku dê gihîştina ewledar a jinên ku bi tena serê xwe rêwîtî dikin bişopîne, ji hukûmetê piştgirî girt û hat destnîşan kirin ku dê sepan di serê salê de bikeve meriyetê.

 
Navenda Nûçeyan– Li Îngiltereyê, pêşniyara şirketa telekomunîkasyonê BT a ji bo pêşxistina pergalek ku dê gihîştina ewledar a jinên ku bi tena serê xwe rêwîtî dikin bişopîne, ji hukûmetê piştgirî girt. Sepana ku Wezîra Karên Hundîr Priti Patel piştgirî kir, telefonek ku sepanê danibe navnîşanên malê û navnîşanên din ên ku pir caran têne ziyaret kirin vedigire tomar kirin.
Ger peyam neyê bersivandin dê li têkiliyan bên gerîn
Li ser sepanê demjimêra rêwîti were texmînkirin. Bi saya sepanê, bi karanîna sîstema telefonê ya GPS’ê bi peyamekê were kontrol kirin ka gihîştiye hedefa xwe. Ger peyam neyê bersivandin, têkiliya lezgîn were lêgerîn û di qonaxa dawî de polîs were agahdarkirin.
Dê di serê salê de bikeve meriyetê
Ji BT’ê Philip Jansen ê, di nameyeki ku ji Priti Patel re nivîsand re diyar kir ku berdêla xeta alîkariyê dê 50 mîlyon stalîn be û di serê salê de bikeve meriyetê. Berdevkê Wezareta Karên Hundir diyar kir ku ew ê kêfxweş bibin ku di vî warî de bi sektora taybet û hikûmetê re hevkariyê bikin. Di heman demê de Patel Priti ji rojnameya Daily Mail re anî ziman ku "Ev xeta telefonê nûbûniya ku ew lê digerin destnîşan dike."