Leşkera jin a Ermenistanê bi îşkenceyê hat qetilkirin

Leşkera jin a Ermenistanê Ansuh Apetyan ku ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve dîl hatibû girtin, bi îşkenceyê hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Pergala serdest a mêr li dijî bedena jinê her cure hovîtiyê pêk tine. Derket holê ku leşkera Ermenistanê Ansuh Apetyan ya 36 salî  ku ji aliyê leşkerên Azerbeycanê ve dîl hat girtin, piştî ku li Jermukê bi saxî hat girtin rastî tecawiz, îşkenceyê hat û gelek deverên laşê wê hatiye parçekirin.

Nûçegihanê France 24’ê Achren Verdian li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bûyer ragihand û nuçe bi van gotinan parve kir: “Anush Apetyan 36 salî û dayika 3 zarokan bû. Li derdora #Jermuk’ê jiyana xwe ji dest da. Leşkerên Azerbaycanê dîmek parve kir û tê de dikenin. Apetyan ji hêla van leşkeran ve hat tecawizkirin (ling û tiliyên wê hatin birîn, çavên wê hatin derxistin).” 

Rayedarên Ermenistanê dan zanîn ku Azerbaycanê sûcê şer kiriye û bûyer wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî nirxandin.

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya bertekên xwe yên li ser bûyerê bi van gotinan parve kir: “Jina Kurd a Îranê #MehsaEmînî ji ber ku keziyên di bin hicaba wê de hat dîtin, di encama îşkenceya polîsên Molla de jiyana xwe ji dest da. #AnushAbetyan leşkereke jin a Ermenî ye. Ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve bi îşkence û destdirêjiyê hat qetilkirin. Roja şerma mirovahiyê.”