Lêpirsîna Epsteîn: Navê kesên nû derketin holê
Di lêpirsîna li Fransayê ku piştî weşandina belgeyên Epsteîn, hat destpêkirin de navê nû derketin holê. Dozgeriyê ragihand ku hinek kes têkiliya wan bi rêveberên berê yên ajansên mankenan re hebûye.
Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku di lêpirsîna têkildarî têkiliya Fransayê bi dosyaya Jeffrey Epsteîn ku bi êrîşa zayendî dijî zarokan û bi sûcdariyên tîcareta mirovan hat rojevê û li girtîgehê mirî hat dîtîn de, mexdûrên nû hatine tesbîtkirin.
Lêpirsîna li Fransayê hat berfirehkirin
Dozgerê Komara Parîsê Laura Beccuau, di bernameya Gran Jury ku di radyoya RTL û kenala Public Senat tê weşandin de, der barê lêpirsînê de nirxandinên girîng kir. Laure Beccuau, diyar kir ku li DYE’yê piştî zêdeyî 3 milyon belgeyên Epsteîn di sala borî de bi raya giştî re hat parvekirin, lêpirsîna ‘tîcareta mirovî’ ya li Fransayê hat destpêkirin hatiye berfirehkirin.
Dozger Laure Beccuau, destnîşan kir ku di lêkolînên hat meşandin de, nêzî 20 mexdûr hatine tesbîtkirin û ji vana 10 jê kesên ku berê navê wan di dosyayê de derbas nebûne.
Îfade kir ku beşek girîng a mexdûran, têkiliya wan bi rêveberên berê yên ajansên mankenan Jean-Luc Brunel û Grald Marie ku navê wan di belgeyên Epsteîn de derbas dibûn re hebû.
Laure Beccuau da zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de, hinek mexdûr li derveyî welat in û ji welatên cuda daxwaza alîkariya edlî kirine.