Lêgerîna tazî di rojeva Meclîsê de ye
Lêgerîna tazî ya zarokên ku li Girtîgeha Tîpa L a Jimare 1 a Sîncanê çûn serdana bavên xwe, xistin rojeva TBMM’ê ye.

Navenda Nûçeyan – Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu, lêgerîna tazî ya li ser zarokên ku li Girtîgeha Tîpa L ya Jimare 1 a Sîncanê çûn serdana bavên xwe pêk hat, ji Wezîrê Dadê ya Tirkiyeyê Bekîr Bozdag re pirsî.
Bûyera ku xistin rojeva Meclîsa Mezin ya TBMM’yê, di pêşnûnameya pirsê de hat vegotin. Di pêşnûmeyê de hat bibîrxistin ku Ferda Ozturk a di 7'ê Cotmeha 2022'an de çûbû hevdîtina hevjînê xwe yê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1'ê ya Sîncanê girtî ye, ew û du zarokên xwe ji aliyê gardiyanan ve rastî muameleya xerab hatine.
Di pêşnûmeyê de ev îfade cih girtin:
“Ferda Ozturk diyar dike ku di kontrola ewlehiyê ya di ketina girtîgehê de pitika wê ya 15 mehî li gel wê û keça wê ya 10 salî jî li qabîneya kêlaka wê rastî lêgerîna tazî hatiye. Her wiha Ferda Ozturk diyar kir ku cerdevanê ku piştî muameleya xerab nîqaş kiriye, bi gotina 'ger ji xwe lêborînê nexwaze girtînamey bigre û qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan binê gef lê xwariye'. Di 11’ê Cotmeha 2022’an de ji Ferda Ozturk re 6 meh qedexeya hevdîtine hatibû dayîn. Ozturk a ku parêzerê ferq kir ku di îfadeya ewil a ku ji dozger re hatiye dayîn de agahiya 'lêgerîna tazî' cih negirtiye, ji nûve çûye dozgeriyê û pirsa çima îfadeya wê kêm hatite girtin pirsî ye û ji dozger bersiva 'ji nedîtî ve hat’ girt.
Di pêşnûnameya pirsê de, hat xwestin ev pirs bên bersivandin:
*Dê wezareta we têkildarî îdiaya lêgerîna tazî ya li Girtîgeha Tîpa L a Jimare 1 a Sîncanê, derbarê gardiyanan de lêpirsîn bide destpêkirin?
*Serdozgerî îdiaya "lêgerîna tazî" ya ku hêmana sereke ya serlêdana sûc a Ferda Ozturk çawa ji nedîtî ve dît? Hûn ê der barê Dozgerê ku erka xwe îhmal kiriye de lêpirsîn bidin destpêkirin?
* Ji Ferda Ozturk re sedema qedexekirina hevdîtinê çi ye?
*Lêgerîna tazî ya ku li girtîgehan bi guherîna navê wê wekî "lêgerîna berfireh" tê bikaranîn û sûcê eşkenceyê ye dê kengê bi dawî bibe?