Lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 100’emîn de ye

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ya li ber Wezareta Dadê ket roja 100’emîn.

Lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 100’emîn de ye

Enqere – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, didome.

Emîne Şenyaşar piştî nobeta li Rihayê, nobeta xwe bir Enqereyê ber wezareta dadê û çalakiya wê ket roja 100’emîn. Dayikên Aştiyê yên ji Stenbolê hatibûn, parlamenterên DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar,parlamenterê Îdirê Yilmaz Hun, Kolektîfa Demokrasî ya Sosyalîst (SOLDER)  û Rêxistina DEM Partî ya Enqereyê çûn serdana Emîne Şenyaşar.

Dayika Aştiyê Fînce Akman axivî û da zanîn ku Emîne Şenyaşar çend sale li kolanê nobetê digire û got deng bidin  qêrîna wê. Fînce Akman da zanîn ku ev dayik maf, hiqûq û edeletê dixwaze.

Mîthat Sancar jî axivî û balkişand ser têkoşîna Emîne Şenşayar û got têkoşîna ku Emîne Şenyaşar dimeşîne têkoşîna edeletê ye û wê edelet teqez bê.

Li aliyê din  jî Sevîn Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, ji çalakiya Emîne Şenyaşar bi bandor bibû û li ber waretê çalakiya xwe dabû destpêkirin. Çalakiya wê di roja 23’an de berdewam kir.