Lale Marzban di Festîvala Fîlman a Venedîkê de xelata lîstikvana herî baş girt
Lale Marzban, di beşa "Asoyan” ya 83’emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê de hêjayî xelata Lîstikvana Herî Baş hate dîtin. Laleh Marzban, xelata xwe diyarî jinên Îranê kir.
Navenda Nûçeyan – Lale Marzban, ji bo rola xwe di fîlma "Moragheb" a ku ji aliyê derhêner Muhsin Qerayî ve hatiye çêkirin, di beşa "Asoyan" ya 83’emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê de hêjayî xelata Lîstikvana Herî Baş a Jin hate dîtin.
Xelat, di merasîma girtina festîvalê ya roja Şemiyê de, radestî lîstikvana Îranî hate kirin. Laleh Marzban, xelata xwe diyarî jinên Îranê kir.
Agahiyên li ser fîlm
Fîlma "Moragheb" bi navê navneteweyî Falling House di beşa pêşbaziyê ya "Asoyan" de amade bû. Lale Marzban, Ferhad Aslanî, Rîma Ramînfer û Elnaz Xebazan lîstikvanên vê fîlmê ne. Ev fîlm berhemeke hevpar a Îran, Emerîkayê û Almanyayê ye û senaryoya wê ji aliyê Muhsin Qerayî û Emîrmuhemmed Ebdî ve hatiye nivîsandin.
83’emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê, di navbera 2’yê Îlonê û 12’ê îlona 2026’an de hate lidarxistin û xelata Lale Marzbanê yek ji xelatên beşa Horizons bû ku di merasima dawîn a festîvalê de hate belavkirin.