Kuştî û windahiyên Enfalê hatin bibîranîn

Îro di salvegera 38’an Enfalê de, li ber peykerê Enfalê yê li nav ‘Bîrdariya Şehîdên’ Helebceyê, bi danîna tacegulan windahiyên Enfalê hatin bîranîn.

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Rejîma Baas’ê di berdewamiya Enfala Helebceyê de, roja 14’yê Nîsanê qonaxa sêyem ya Enfalê destpê kir. Bi ser vê roja bi xwîn re 38 sal derbaz dibin. Di kîmyabarana Helebce de hezar û 150 welatî hatin enfalkirin. Her sal ev sûce tê bi bîranîn. Îsal ji ber rewşa bi aloz merasîmek fermî û mezin nehate li darxistin. Îro kesûkarên Enfalkiriyan û berpirsên partî û hikûmetê tenê bi danîna tacegulan salvegera Enfalê bîranîn.

Şara Abdulkerîm wek jinek çalakvan her sal beşdarî bîranîna Enfalê dibe wiha got: “Em hemû windahiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji dîrokê ve em xwedî gelek windahiyanin û hejmarek berbiçav kas û karên me hatine Enfalkirin. Îsal ji ber rewşa navneteweyî û herêmê, me nekarî em merasîmek mezin li darbixin. Em bi saya wan îro bi serbilindî dijîn û Kurdistan arame.”