Jinên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen: Kongreya li Şamê me temsîl nake
Jinên pêkhateyên Hesekê Kurd, Ereb, Suryan û Ermen tekez kirin ku kongra bi navê ‘Serkeftinê’ ya li Şamê hat lidarxistin û kujerên Hevrîn Xelef jî tê de amade bûn, hebûna gelê Sûriyeyê temsîl nake û ne rewa ye.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250204-11-jpge8e342-image.jpg)
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Nerazîbûn û bertekên jinan li dijî kujerên bi navê Hatim Ebu Şeqra û Ebû Emşa yên ku li ber çavê dinyayê bi awayekî hovane Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kiribûn û niha jî di rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ya di destê komên cîhadîst ên HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) de cih digrin, her diçe zêdetir dibin. Jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen nerazîbûnên xwe li hemberî kongreya ku tu jin tê de ne amade bû lê kujerên jinan lê amade bûn, anîn ziman.
‘Bê hebûna jinan tu serkeftin û nûbûn li Sûriyeyê çênabe’
Silava Ehmed a ji pêkhateyên Kurd got “Serkeftin dema jin werin qebûlkirin û xwedî rol bin pêk tê” û wiha axaftina xwe domand: “Em kongra ku qaşo bi navê serkeftinê li Şamê hat lidarxistin, şermezar dikin û tekez dikin ku bê hebûna jinan tu serkeftin û nûbûn li Sûriyeyê çênabe. Kesên ku di kongreyê de amade bûn hemû qatilên jinan bûn, ger lêkolîn li ser wan were kirin wê diyar bibe ku destên wan di qetilkirin, tecawizkirin û talankirina mal û milkên xelkên Sûriyeyê de heye. Tu zagon qebûl nake qatil bibin rêveber lê îro ev yek di rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de tê dîtin. Ev kes gelên Sûriyeyê temsîl nakin. Li dijî destkeftî û şoreşa jinan komployek tê meşandin. Em jî dibêjin di sedsala 21’ê de ne pekan e ku sîstem an zihniyetek ku jinan red dike bi ser bikeve.”
‘Kesên di lîsteya terorê de çawa cihê xwe di rêveberiyê de digrin’
Ji koordînasyona Yekitiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan destnîşan kir ku bê fikir û nasnameya jinan Sûriye ber bi xeterê ve diçe û wiha domand: “Kesên ku di lîsteya terorê de ne, wê çawa di avakirina Sûriyeyê de cih bigrin? Ev yek nayê qebûlkirin ev kes gerek werin girtin û hesab ji wan were xwestin. Xuyaye ku Sûriye ber bi xeteriyek pir mezin ve diçe. Pêwîstiya Sûriyeyê bi fikreke paqij û demokratîk heye dûrî zihniyeta zayendperest û olperest be divê. Li hemberî vê zihniyetê pêwîstî bi xurtkirina rêxistinbûyîna jinan heye ji bo em bikaribin Sûriyeya azad û demokratîk bidin avakirin. Em dixwazin Sûriye bi nasname û dîroka jinan were avakirin û sûd ji Rêveberiya Xweser were girtin.”
‘Hevrîn riya azadiyê ji bo jinan vekir’
Sena Ebûd Hemûd ku ji pêkhateyên Ereb e û yek ji koçberên Serêkaniyê ye tekez kir ku Hevrîn Xelef ji bo jin li Sûriyeyê azad bijîn, kar û xebat dida meşandin û wiha anî ziman: “Şehîd Hevrîn riya azadiyê ji bo jinan vekir loma hat qetilkirin. Ev kongreya ku hatiye lidarxistin bê hebûna jinan e, dixwazin jinan vegerînin koletî û desthiltdariyê lê em vê yekê qebûl nakin û red dikin. Ji ber ku hebûna qatilê şehîd Hevrîn di kongreyê de sûcekî dijmirovî ye. Gotinek heye dibêje ‘her şivanek li hemberî pezê xwe berpirsyar e.’ Çawa dibe ku kesên destên wan di xwîna mirovên li Sûriyeyê de heye bibin rêveber?”
‘Sîstema Rêveberiya Xeweser ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk çareserî ye’
Berpirsa Yekitiya Jinên Suryan Stêl Mûrad diyar kir ku kongreya bi navê ‘Serkeftin’ ne rewa ye û wiha anî ziman: “Em kongra bi navê Serkeftin rexne dikin, ji ber ku kesayetên di lîsteya terorê de amade bûn. Ev kongre ne zagonî û ne rewa ye. Ji ber ku jin tê de tunebûn û temsîla daxwazên gelê Sûriyeyê nake. Serkeftina projeya Rêveberiya Xweser, bi hevgirtin û parastina mafên gelan çêbû. Ji bo wê sîstema Rêveberiya Xweser sîstema herî guncav e ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk.”