Kowestan Ekrem: Jin li Helebce hişyariyê didin

Şaredara Helebce Kowestan Ekram diyar kir ku jinên Helebce bi beşdarbûna di nava sazî û rêxistinan de hişyariyê didin û got: "Xeyala min ew e ku rojekê Helebce ji aliyê jinan ve bê birêvebirin."

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebce - Li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê jin di gelek qadan de, qeymeqam, rektorên zanîngehan di nav de cih digirin. Şaredara Helebce Kowestan Ekrem 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û got: "Ez şehîdên me yên jin ên di 8'ê Adarê de canê xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînim û berxwedêrên jin ên ji bo mafên xwe têdikoşin silav dikim."

Kowestan Ekrem da zanîn ku li Helebce ji bo jin mafên xwe yên civakî, siyasî û aborî bi dest bixin gavên baş hatine avêtin û got ku jin di nava rêxistinan de xebatên xwe yên hişyarkirinê dimeşînin. Kowestan Ekram da zanîn ku dema jin diçin li ser erk, divê li gorî jêhatî û şarezayiya xwe be, ne bi piştgiriya partiyan be.

Kowestan Ekrem behsa hêviya xwe ya ji bo pêşerojê kir û wiha bi dawî kir: “Xeyala min ew e ku rojekê hemû deverên Helebce ji aliyê jinan ve bên birêvebirin.  Hêvîdar im rojek were jinên Helebce bikarin hemû pozîsyona îdarî bi dest bixin û ez piştrast im ku bikarin Helebçeyeke bedew û mînak ava bikin.