Koordînasyona Darfûrê hişyarî kir

Krîza tenduristiyê di kampên koçberan ên Darfûr û Sûdanê de ji ber tomarkirina bi dehan rewşên îltîhaba kezebê û kêmbûna dermanan giran dibe.

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Giştî ya Penaber û Koçberan a herêma Darfûrê xirabûna rewşa mirovî û tenduristiyê di kampên koçberan de ragihand. Koordînasyonê hişyarî da ku bi berfirehbûna xeterên tenduristiyê dibe sedema tunebûna dermankirin, lênêrîna tibî û nebûna xwarinê.

Zêdebûna nexweşiya hepatît

Berdevkê Koordînasyona Giştî ya Penaber û Koçberan a herêma Darfûrê duh ragihand ku li kampa Kelema 45 rewşên tûşbûna bi iltîhaba kezebê (hepatît) hatine tomarkirin. Berdevk bal kişand ku li kampê rojane du yan jî sê rewşên nû yên pêketî çêdibin.

Berdevk tekez kir ku belavbûna nexweşiyan û xirabûna xizmetên tendirustiyê ne tenê bi kampa Kelemayê re sînordar e, dibe ku berfireh bibe û bigihîje herêmên din ên koçberiyê li Darfûrê. Her wiha da zanîn ku Tawîla, El-Faşir, Kesab, Fetabirno, ligel herêmên din ku ji ber pevçûnan bi bandor bûne li herêmên Kordofan, Nîla Şîn û herêmên din ên welat de.

Berdevkê Koordînasyonê daxwaz kir ku divê bernameyên tesbîtkirina zû, parastina ji nexweşiyan bên berfirehkirin, bi taybetî bi guhdaneke taybet ji bo komên ku herî zêde rastî tevliheviyên tenduristiyê dibin û bal kişand ser girîngiya xurtkirina destwerdanên tibî û mirovî da ku rê li ber xirabûna rewşa di nava kampên koçberan de bê girtin.

Ji bo Neteweyên Yekbûyî banga alîkariya lezgîn

Her wiha Koordînasyonê banga lezgîn li Neteweyên Yekbûyî, saziyên girêdayî wê, rêxistinên mirovî û tenduristiyê û aliyên pêwendîdar kir ku bi lezgînî tevbigerin û mezinahiya alîkariyên ji bo koçberan zêde bikin. Hat xwestin ku bi riya dabînkirina xwarin, dermankirin û dermanan, piştgirî were dayîn, saziyên tenduristiyê werin xurtkirin.